Li Wanê bihayê nan ji %50 hat zêdekirin

19-07-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Bihayê Nan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bihayê nanê 210 gramî ji sedî 50 hat zêdekirin û bû 6 lîre.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber bilindbûna enflasyonê û zêdekirina bihayên sotemeniyê firin jî bihayê nan zêde dikin.

Serokê Odeya Firin û Restorantên Wanê Sabri Işik ragihand, ji ber zêdebûna xerciyên berhemanînê neçar mane ku bihayên nan zêde bikin.

Sabri Işik got “Li Tirkiyê 6 mehên bihayê nan bûbû 5 lîre, lê li Wanê 4 lîre bû. Mûçeyê kêmane bû 11 hezar û 400 lîre. Bihayên sotemeniyê zêde bûn. Bi giştî xerciyên berhemanînê %25 zêde bûn û ev jî bû sedema girankirina bihayê nan. Di encama civînên ligel sazî û firinan me biryar da somunê 210 gram û nanê 200 gram bibin 6 lîre.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst