Amed (Rûdaw) - Di van rojên betlaneya Cejna Remezanê de bi deh hezaran geştyarên xwecîhî û biyanî ref bi ref berê xwe da Ameda Bakurê Kurdistanê.
Li gorî kompanyayên geştyariyê, di rojên cejnê de zêdetirî 300 hezar kesan serdana bajarê xwediyê dîrokeke kevnare kiriye.
Li sûk û kolanên bajêr, li kafe û xwaringehan, li muzexane û seyrangehan, li dêr û mizgeftên dîrokî, li sûr û bedenên kevnar yên Amedê bi trafîkeke zêde ya ji geştyaran qerebalixiyek kêfxweş û dilşad a rengê mahşerî pêk hat.
Bi vî rengî Cejna Remezanê bi hatina geştyaran re bû du cejn ji bo esnaf, otêlvan û dukandarên bajêr.
Geştyarên ku bi dilê xwe bêhna sûk û kolanên hezar salî hilmijîn, bi tehmkirina xwarinên cûr bi cûr yên xwemalî jî bi esnaf û dukandarên bajêr di nav cejnê de cejneke cuda derbaskirin.
Xwediyê Kompanyaya Baturay Turîzmê Serdar Baturay got, "Di cejna Amedê yên ku li otêlan mane û yên ku rojane hatine û çûne jî tev de mazûvaniya zêdetirî 300 hezar kesî kir.
Ev reqema di ser bendewariyên sektora geştiyariyê re bûn. Bi rastî jî otêlvan û esnafên bajêr her kes bextewar bû."
Geştyarên biyanî berê xwe da Amed
Geştyarên ji welatên cûda jî berê xwe da Amedê. Geştyara Polonyayî Mayem Rudavskayê got:
"Dîrok, pirrengî, mirovahî her tişt li vir heye. Ji Xwedê ra şikirdari m ku vir her tim li ber destê me ye."
Geştyar Baran Bal jî wiha dibêje: "Ev hevalên me ji welatên dûr hatine.
Ji çar perçeyên dunyayê hatine. Hinek ji Polonyayê hatine, hinek ji Xirwatistanê hatine, hinek ji Portekîzê, hinek jî ji Îtalyayê hatine."
Geştyarên navxweyî
Geştyareke ku ji Stenbolê hatiye jî got, "Em 44 kes ji Stenbolê hatine Amedê.
Em li Dîlok û Semsûrê geriyan, îro jî hatin Amedê, em dê ji vir herin Mîdyadê û derbasî Mêrdînê bibin."
Geştyarê bi navê Cennet Çîftçî jî got, "Ez bi eslê xwe ji Colemêrgê me lê ez qet nehatibûm vir.
Min got ez Mêrdînê û Amedê û welatê xwe bibînim."
Armanca esnaf û otêlvanên Amedê ku di 2024an de mazûvaniya zêdetirî 1 milyon û 100 hezar geştyarî kiribûn, ji bo 2025an pêşwaziya zêdetirî 2 milyon geştyarî bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse