Koma Xebatê ya Vateyê civîna xwe ya 39emîn li Amedê li dar xist

04-04-2025
RÛDAW
Nîşan Koma Xebatê ya Vateyê Kirmanckî Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Koma Xebatê ya Vate ku ji sala 1996an heta niha kar û xebatên xwe yên li ser zaraveya Kirmanckî berdewam dike civîna xwe ya 39emîn li dar xist.

24 endamên Koma Xebatê ya Vateyê beşdar bûn.

Koma Xebatê ya Vate doh li parêzgeha Amedê civiya û dê civîn 4 rojan berdewam bike.

Koma Xebatê ya Vateyê sala 1996an li Stockholma paytexta Swêdê ji aliyê kesên ku ji herêmên cûda hatine û bi zaraveyê Kirmanckî yê Zimanê Kurdî dinivîsin hat damezrandin.

Wî komê yekemîn kovara xwe ya bi navê Vate piştî salekê derxist û heta niha 81 hejmar hatine derxistin.

Herwiha sala 2003yan weşana kovarê li Tirkiyeyê berdewam kir û heta niha 27 salan bê navber tê weşandin ku yekane kovara demdirêj a bi zaraveya Kirmanckî ye.

Heta niha 2 ferhengên Kirmanckî hatine amadekirin û her yek ji wan 5 caran hatiye çapkirin.

Ji damezrandinê heta niha 56 kesan di nav koma xebatê de cih girtiye û ji wan 6 kesan canê xwe ji dest daye.

Kesên canê xwe ji dest daye: Memo Darêz (Bongilan), Wisif Kaymak (Piran), Ahmedê Dirihî (Çewlîg), Polat Aydin (Çermûg), Mahmûd Nêşite (Licê) û Munzur Çem (Dêrsim).

24 endamên beşdarî civîna 39emîn bûne ev in:

Nadîre G. Aldatmaz

Netîce Altun

Serdar Bedirxan

Îbrahîm Bîngol

Nureddîn Celalî

Haydar Diljen

J. Îhsan Espar

Neymetullah Gunduz

Deniz Gunduz

Ronya Îlbasmiş

Doxan Karasu

Ehmed Kirkan

Huseyîn Kulu

Seyîdxan Kurij

M. Malmîsanij

Selîm Murat

Mehmet Olmez

Wisif Pîrbab

Ugur Sermiyan

Şukrî Urgun

Muzafer Xeylanij

Pinar Yildiz

Weysel Yildizhan

Zulkuf Demirtaş

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst