Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ye ku navenda erdhejên mezin ên 6ê Sibata 2023yan bû kavil tên komkirin û ji hev tên veqetandin.
Piştî wêranbûnê, tîman kavil veguhastin derveyî bajêr ku bandorê li ser tenduristiya mirovan nekin.
Niha bi makîneyên recyclingê bermayî tên cudakirin û beşek di çêkirina beton, rê û sîstema jêrxaneya bajêr de tên bikaranîn.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mereşê Firat Gorgel got:
“Me li 3 navçeyan qada bermahiyan ava kiribû.
Me ji wezaretên pêwendîdar ji bo wan cihan, daxwaza danîna makîneyan kir.
Niha li Karacasuyê me sîstema xwe ava kiriye û ji bo Erkenez û Elbistanê jî hewldanên me berdewam in.
Li seranserî bajêr 11 milyon metre sêca bermayî heye.
Niha em rojane zêdeyî 4 hezar ton bermayî ji hev vediqetînin.”
“Me 3 makîne kirîn”
Li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê ku di erdhejê de zêdeyî 88 hezar û 600 avahî hilweşiyabûn jî bi heman awayî kavil ji hev tên veqetandin.
Parêzgarê Hatayê diyar kir ku 19 milyon metre sêca kavil hatiye komkirin û ji ber madeya asbesta ku ji bo tenduristiya mirovan metirsî ye bermayî li 23 herêmên cuda yên derveyî bajêr hatine komkirin.
Parêzgarê Hatayê Mustafa Masatli anî ziman:
“Di çarçoveya vê projeyê de me 3 makîne kirîn.
Makîneyek li cihê xwe dimîne, komprasor e. 2 makîne jî gerok in.
Qebareya vê makîneyê di saetekê de 450 ton e û di nava salekê de em dê zêdeyî milyonek ton bermayî ji hev vediqetînin.”
Di erdhejên 6ê Sibatê de zêdeyî 50 hezar kesî canê xwe ji dest da û zêdeyî 500 hezar avahî hilweşiyan û wêraniyeke mezin ji ber ma.
Niha li her du parêzgehan bi hevkariya Hikûmeta Japonyayê û Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) û di koordîneya Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Tirkiyeyê de projeya ji hev veqetandina bermayiyan berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse