Li Çewligê avê da bin mal û kargehan

20-11-2023
RÛDAW
Nîşan Lehî Baran Çewlig
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde avê da bin hin mal û kargehan.

Li bajêr barana ku 3 roj berê dest pê kir, bi navber tesîra xwe didomîne.

Ji ber baranê hin mal û kargeh di bin avê de man.

Li Taxa Yenişehirê ya navendê li ser Kolana Selahattin Kayayê, avê da bin kargeha Ahmet Sontepe.

Ahmet Sontepe diyar kir ku serê sibehê dema wan mexazaya xwe vekir, wan dît ku hundir tijî av bûye.

Sontepe got ku wan agahî da ekîbên şaredariyê û herwiha zerer gihîşt kargehê û hin alavan.

Li navçeya Dara Hênê ya Çewligê jî qatên jêr ên hin avahiyan tijî av bûn.

Ekîbên Şaredariya Dara Hênê ji bo texliyekirina ava di malan de, xebat dan destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst