Li navenda Hesekê şer û pevçûn

20-09-2023
Hisên Omer
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Heseke Çargoşeya Ewlehiyê ya hikûmeta Sûriyeyê Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navenda bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera artêşa Sûriyeyê û milîsên Parastina Niştimanî de şer derket.

Çavkaniyeke ji Hesekê ji Rûdawê re ragihand ku li devera Çargoşeya Ewlehiyê ya Hikûmeta Sûriyeyê di navbera artêşa Sûriyeyê û milîsên Parastina Niştimanî de şer derket.

Li gorî çavkaniya Rûdawê, şer heta niha berdewam e û dengê teqînan tê bihîstin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku dengê teqînên bihêz ji nav Çargoşeya Ewlehiyê ya Hesekê tê bihîstin.

Herwiha hat zanîn ku niştecihên taxên di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de koçberî navçeyên di bin konrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dibin.

Di heman demê de, biryar hat dayin ku deriyên dibistanan li navçeya Çargoşeya Ewlehiyê ya Hesekê îro girtî bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst