Heseke ji bê aviyê dinalîne; Rêveberiya Xweser “navçeya karesatê” ragihand

05-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Krîza avê li bajarê Hesekê her ku diçe mezintir dibe.
Krîza avê li bajarê Hesekê her ku diçe mezintir dibe.
Nîşan Heseke Rojava Krîza Avê li Hesekê Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka nebûna avê bûye pirsgirêkek mezin. Rêveberiya Xweser, ji ber wê rewşê Heseke weke navçeya karesatê ragihandiye.

Bi sedema krîza avê, li Hesekê zehmetî, astengî û alozî derdikevine holê. Ava vexwarinê û şûştinê peyda nabe û êdî rewşeke gelekî zehmet peyda bûye.

Ji ber wê rewşê jî, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ew dever weke navçeyeke bobelatdîtî binav kiriye.

Welatî ji vê rewşê bêzar in û bi zehmetî avê bidest dixin.

Fatima, welatiya ji Hesekê li ser krîza avê ya li bajêr dibêje: “Av li cem me nîne. Tax bi giştî gazinê dike. Sîtêr demjimêr şeş tê, dibe em bigihêjin bermîlê dagirin yan na. Em ji xezzanê dadigirin. Sîtêr bûye bi 15 - 20 hezaran.  Em nikarin xezzanê dagirin.”

Ji Cotmeha 2019yan ve ew 40 car in, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, ava Wêstgeha Ellok ji ser wan dibirrin.

Wêstgeha Ellok 30 bîrên avê li xwe digire, ji wan tenê 19 bîr têne bikaranîn.

Ji ber birrîna avê jî, Heseke, Til Temir û gundewarên herdu bajaran ji avê bêpar dimînin.

Dîmen û nîşanên zuhayî û hişkesaliyê li Hesekê bi zelalî diyar in.

Li gorî Rêveberiya Xweser, derdora yek milyon kesî sûd ji ava Wêstgeha Ellok didît, lê birrîna berdewam a avê, bûye sedema krîzekê ku Rêveberiya Xweser Heseke weke navçeyeke bobelatdîtî ragihandiye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst