Li Qamişlo di navbera aşayîş û hêzên hikûmeta Sûriyê de şer derket

20-04-2021
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Asayişa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera Aşayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên hikûmeta Sûriyê de şer derket.

Peyamnêrê Rûdawa ragihand ku li taxa Tey-Dewara Wihdê ya Qamişloyê di navbera Aşayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên hikûmeta Sûriyê de şer derket.

Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo, Vîviyan Fetah ragihand ku  demjimêr 21:10 hêzên hikûmeta Sûriyê êrîşî xaleke kontrolê ya Asayîşa Rêveberiya Xweser kirin û di encamê de endamekî Asayîşa Rêveberiya Xweser yê bi navê Xalid Hacî jiyana xwe ji dest da û çend kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, piştî şer hêzên Aşayîşa Rêveberiya Xweser herêma ku hêzên hikûmeta Sûriyê lê dimînin, dorpêç kirine.

Li gorî zanyariyên peyamnêra Rûdawê, li bajêr niha rewş aram e û birîndarên ji herdû aliyan rakirine nexweşxaneyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst