Şêwekarê Qamişloyî Tamir Silêman: Civak û aliyên peywendîdar guh nadin hunerê

19-07-2023
RÛDAW
Wêne û video: Rûdaw
Wêne û video: Rûdaw
Nîşan Rojava Qamişlo Tamir Silêman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê şêwekar ê ji Rojavayê Kurdistanê, Tamir Silêman li bajarê Qaişloyê tabloyên rengîn çêdike.

Hunermendê Kurd, Tamir Silêman ji Rûdawê re dibêje, wî ji zaroktiyê ve ji şêwekariyê hez dikir, lewra di temenekî biçûk de xwe fêrî şêwekariyê kiriye û tekez dike, ew ji bavê xwe bandor bûye.

Tamir Silêman dibêje, bavê wî bixwe şêwekar bû û tablo çêdikirin û ew berî ku biçe dibistanê li ber destê bavê xwe, xwe fêrî şêwekariyê dikir.

Wî got, li malê dayik û bavê min ew derfet û zemîn ji min re diafirandin ku ez bikarim xwe fêrî şêwekariyê bikim û piştgiriya min dikirin.

Ew tabloyên xwe bi qelema resas, komir û rengên zeytî çêdike.

Şêwekarê ji Qamişloyê, Tamir Silêman bi xwe dibêje, hinek caran heftiyekê, hin caran du heftiyan yan jî mehekê tabloyekê çêdike.

Tamir gazinan ji civakê û aliyên peywendîdar dike û dibêje, ew guh nadin hunera wan, piştevanî tune ye.

Tamair dibêje, şêwekar û hunermend bi giştî di rewşeke xirab de ne, ji ber ku berhemên wan nayên firotin û ti kes piştgiriya wan nake û destnîşan dike, hunermend ji bo peydakirina rengan gelek zehmetiyan dibînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst