Rêveberiya Xweser: Tirkiyeyê otomobîla rojnamegeran bombebaran kir

24-08-2023
RÛDAW
Rêveberiya Xweser nasnameyên qurbaniyên êrişê eşkre kirin
Rêveberiya Xweser nasnameyên qurbaniyên êrişê eşkre kirin
Nîşan Qamişlo Êriş JIN TV
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweseser a Rojavayê Kurdistanê ragihand, Tirkiyeyê bi dronê êrişî rojnamegerên televîzyona JIN TVyê kir.

Duh piştî nîvro, droneke Tirkiyeyê otombîlek li ser rêya Qamişlo û Amûdê bombebaran kir.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser, karmendê JIN TVyê yê bi navê navê Necmeddîn Feysel Sînan canê xwe ji dest da û peyamnêra heman kanelê Delîla Egîd jî birîndar bû.

Desteya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de got, di wê êrişê de hejmarek kesên din jî birîndar bûne.

Rêveberiya Xweser ew yek şermezar kir û ji civaka navdewletî û aliyên hiqûqî xwest ku sînorekî ji êrişên Tirkiyeyê re deynin.

Yekîtiya Ragihandina Azad jî got, di wê êrişê de şofêrê otomobîlê canê xwe ji dest da û nûçegihana wê televîzyonê birîndar bû.

Hat zanîn ku Delîla li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo hatiye emeliyatkirin û niha di bin çavderiya bijîşkan de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst