Hewlêr (Rûdaw) -Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bang PKKyê kir ku di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de meha Gulanê li navçeya Milazgirê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê kongreya xwe saz bike û bilez xwe fesix bike.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê Cejna Newrozê û mijarên di rojeva Tirkiyeyê e daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Bahçelî ragihand ku “Newroz sembola yekitî û bihevrebûna miletê Tirk e” û tekez kir ku divê ev roja taybet biratiyê bihêz bike.
Devlet Bahçelî got: “Miletê Tirk dê bi dewlemendiya dîrok û çanda hevbeş a dîroka li dora agirê Newrozê yê ku 21ê Adarê bê pêxistin bicivin û dest bidin destê hev û peywendiyên xwe yên aştî û biratiyê bihêztir bikin.
Cejna Newrozê ne tenê mizgîniya biharê ye û di heman demê de nîşaneya hebûn, nasname û biratiya me ya milî ye ku koka wê kûr e.”
Serokê MHPyê diyar kir ku Cejna Newrozê sembola bereket û yekitiyê û hezkirinê ye û got:
"Beşdarbûna Serokkomarê me yê birêz di pîrozbahiyên sibe yên Newrozê de dema ew qonaxa hestiyar a ku welatê me tê de derbas dibe li ber çav bê girtin pêngaveke bi wate û binirx e."
Bahçelî ragihand ku ew bi hêvî ye armanca pêkanîna “Tirkiyeya bê teror” îsal mohra xwe li Cejna Newrozê bide û got:
"Divê ji rojhilat heta rojava, ji başûr heta bakur malbata miletê Tirk bi yekdil xwedî li siberoja xwe û emanetên xwe yên hevbeş ên serdemên borî derkeve.”
Devlet Bahçelî di berdewamiya daxuyaniya xwe de banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî bibîrxist û got:
"Di vê çarçoveyê de, divê rêxistina terorî ya dabeşker PKK, ji bo ku bangewaziya 27ê Sibatê ya Îmraliyê dereng nemîne û daxwaza miletê me yê ezîz pûç nebe, di demeke herî kurt de kongreya xwe saz bike û biryara xwehilweşnadinê wergire, di dawiyê de çekan deyne û xwe radestî Komara Tirkiyeyê bike."
Bahçelî ameje bi wê yekê da ku dirêjkirina biryara xwehilweşandinê ya PKKyê dikare bibe sedema komplîkasyonên nediyar, komployên neçaverêkirî û provokasyonên tevlihev û got: "Pêwîst e rêxistina terorî ya dabeşker bilez biryara xwe bide."
Bahçelî daxwaz ji PKKyê kir kongreya xwehilweşandinê li navçeya Milazgirê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê saz bike û got:
"Têgihîştin û pêşniyara me ew e ku, di erefata Hidirellezê (Cejna Hidirellez) de wekî mînak roja Yekşemê 4ê Gulana 2025an, li navçeya Milazgirê ya Mûşê, bi piştgirî, beşdarî û alîkariya Serokê Şaredariya DEM Partiyê, PKK kongreya xwe saz û dawî li nîqaşên xwehilweşandinê bîne û vî karî biqedîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse