Zaxo: Du kesan zêdetirî 25 hezar dolaran ji jinekê dizîn

19-10-2022
RÛDAW
Wêneyên 2 tometbarên ku Polîsê Zaxoyê belav kiriye
Wêneyên 2 tometbarên ku Polîsê Zaxoyê belav kiriye
Nîşan Zaxo Dizî Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Zaxo ya Herêma Kurdistan du kes bi tawana dizîna zêdetirî 25 hezar dolaran girtin Berdevkê Polîsê Zaxoyê got, tawanbaran pereyên Iraqî, zêr û dolar ji jineke Kurd a Êzidî dizîne ku birayê wê jî tawanbar e.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê Ehmed Remezan ji Rûdawê re ragihand, roja 17ê Tebaxa 2022an, ew dizî pêk hatibû, tohmetbarê sereke ku birayê wê jinê ye ya ku dizî jê hatî kirin, ji bo armanca çûna derve çûbû Tirkiyê û piştî ku vegeriya Zaxoyê hatibû girtin.

Jina ku dizî jê hatî kirin, penabera Şingalê ye û li gundê Qerewila yê Zaxoyê dijî. Ehmed Remezan ragihand, “wê jinê bi karkerî û cotkariyê ew pere kom kirine.” Her wiha got jî ku hevjînê wê miriye û ew debara xwe bi çandiniyê li gundê Qerewila dike.

Berdevkê Polîsê Zaxo Ehmed Remezan diyar kir, birayê wê jina Kurd a Êzidî hemû pere xerc kiriye û “dibe ku kêmtirî 1000 dolaran mabe. Her wiha destnîşan kir ku li gorî madeya 444 a yasaya cezayên Iraqê doz li wî hatiye vekirin û lêkolîn tê kirin.

Tometbarê serekî di vîdeoyekê de ku ji aliyê Polîsê Zaxo ve hatiye belavkirin gotiye, ew berî du mehan çûye mala xwişka xwe ya li gundê Qerewila û dema ku wî li wir çente dîtiye, zaniye ku pere tê de hene, paşê demeke ku wê li bîstan kar dikiriye, ew çente biriye û çûye Duhokê.

Ehmed Remezan li ser hûrgiliyên diziyê zêdetir ji Rûdawê re ragihand, diz bi hevkariya birayê wê jinê hatiye kirin û kesekî din jî tohmetbar e, zêr, pereyên Iraqî û dolar ên bi buhayê zêdetirî 25 hezar dolaran hatiye dizîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst