Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Yekîtiya Siryanî Dr. Senharîb Bersûm diyar kir ku daxuyaniya Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê nîşaneya tunekirina nasnameya Siryanan e.
Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê Mihemed Yasîn diyar kiribû ku zaravayê Siryanî di koka xwe de Erebî ye, nepejirandî ye û ji bo jêbirina nasnameyê Siryanan e.
Dr. Senharîb Bersûm helwesta Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê rexne kir û got, "Daxuyaniyên Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê ya derbarê zimanê Siryanî tê redkirin û nayên qebûlkirin.
Em wek vê daxuyaniyê wekî tunekirin û nehiştina Siryaniyan dibînin."
Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê Mihemed Yasîn gotibû: "Zimanê Siryanî, şêwezarekî kevn ê Erebiyê ye.
Gotinên Mihemed Yasîn deng dan û nerazîbûn çêbûn.
Senharîb Bersûm dibêje, "Ev jî heman ew siyaseta ku rejîma Beisê ya berê bi cîh dianî û gelê Siryanî wekî Erebên Mesîhî didan zanîn ji bo jêbirina beşeke girîng ji dîroka kevnar a Sûriyeyê.
Daxuyaniyên wî berevajî destûra demkî û desthilata Sûriyeyê ye ku me çend têbînî li ser wê hene di çarçoveya wê madeyê de ku tekeziyê li ser parastina pirrengiya çandî dike.
“Divê wezîr lêborînê bixwaze”
Hemû tiştên ku ji hikûmetê derdikevin ku ya dawî ji wezîrê çandê bû, wisa dike ku em hest bikin hemû pêkhate di bin metirsiyê de ne lê bi awayên cuda."
Senharîb, daxwaz ji desthilata Sûriyeyê dike ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê nas bike û hemû mafên wan bi awayekî zelal û eşkere dabîn bike.
Di heman demê de Dezgeha 'Olaf Taw' ku girêdayî Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser e ragihand ku bingehên zanistî yên gotinên Wezîrê Hikûmeta Sûriyeyê nînin.
Dezgehê bang li Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê kir ku lêborînê bixwaze û agahiyên xwe rast bike.
Her wiha ji bo piştrastkirin û rêzgirtina li pirrengiya çandî ya Sûriyeyê divê zimanê Suryanî wekî zimanekî niştimanî û çandeke dîrokî ya resen a Sûriyeyê bê nasîn
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse