ZAXO - Penaberekî Şingalî bi şaşî hat kuştin

02-12-2023
RÛDAW
Nîşan Zaxo Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê Zaxoyê ragihand ku li Kampa Çemişkoyê penaberekî Kurdê Êzidî bi guleyê hat kuştin.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê Ehmed Remezan ji Rûdawê re ragihand ku demjimêr 09:00an di nava Kampa Çemişkoyê ya Zaxoyê de kesek bi şaşî bi guleyê hatiye kuştin.

Li gorî Nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan, navê kesê ku hatiye kuştin Şukur Xwedêda Hesenê 54 salî ye û ji Şingalê ye.

Cenaze ji bo Bijîşkiya Dadî ya Dihokê hat şandin û lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat ragihandin ku gule ji Akademiya Leşkerî ya Zaxoyê ya li nêzîkî kampê di dema perwerdeyê de hatiye avêtin lê Berdevkê Polîsê Zaxoyê ev yek piştrast nekir û got ku ew li benda encamên lêkolînê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst