SOHR: Sê fermandarên DAIŞê ji Zindana Navendî ya Reqayê reviyan

19-06-2022
RÛDAW
Nîşan HSD Reqa DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihand ku berbanga roja 19ê Hezîranê sê fermandarên DAIŞê ji Zindana Navendî ya Reqayê reviyane û piştre asayîşa ser bi HSDê zindan dorpêç kirine, dest bi lêgerînê kirin û heta niha ew hersê fermandar nehatine girtin. Herwiha Navenda Ragihandinê ya HSDê jî nûçeyên di derbarê vê mijarê de red kir.

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman ji medya Erebî re ragihand ku demjimêr 03:00ê berbanga roja 19ê Hezîranê sê fermandarên DAIŞê ji Zindana Navendî ya Reqayê ku dikeve bakurê bajêr reviyane û piştre asayîşa ser bi HSDê zindan dorpêç kirin û dest bi lêgerînê kirin. Her bi gotina navborî heta niha jî ew hersê fermandar nehatine girtin.

Li aliyê din Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir ku nûçeyên ku di derbarê mijarê de hatine belavkirin ne rast in.

HSD di daxuyaniya xwe de wiha dibêje “Hin dezgehên ragihandinê nûçeyên sexte derbarê serhildan û reva hejmarek ji girtiyên DAIŞê ji Zindana Navendî ya Reqayê belav kirin. Em piştrast dikin ku tiştên wiha tune û operasyonên paqijkirinê di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê yên asayî û tedbîrî yên li derdora girtîgehê de ne.

Çileya 2022ê jî, zêdeyî 200 çekdarên DAIŞê êrîşî Girtêgeha Sînaa ya bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê kiribûn, di encam de bi sedan çekdarên DAIŞê yên di nav girtêgehê de reviya bûn, piştre şer di navbera wan û şervanên HSDê û asayîşê de derketibû zêdeyî 11 rojan berdewam kiribû, di encam de zêdeyî 400 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin û nêzîka 170 endamên asayîşê û sivîlan jî canê xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst