HSDyê operasyonên xwe zêde kirine

22-10-2023
Hisên Omer
HSDyê di du rojan de 17 çekdarên DAIŞê girtin
HSDyê di du rojan de 17 çekdarên DAIŞê girtin
Nîşan HSD Rojavayê Kurdistanê Operasyon DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayî çemê Firatê, çalakiyên çekdarên DAIŞê di demên dawiyê de zêde bûne.

Li hemberî zêdebûna van çalakiyan, hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, operasyonan li dijî şaneyên DAÎŞê encam didin.

Lê di heman demê de, li rojavayê Çemê Feratê, çalakiyên çekdarên DAIŞê li dijî hêzên hikûmeta Sûriyeyê zêde bûne.

Êriş bi şêweyekî sereke li navçeyên di navbera Reqa, Dêrezor, Sixne û Tedmurê de û heta beyabana li ser sînorê Îraqê hatine encamdan.

Akademisiyan û siyasetmedarê Kurd Dr. Welîd Şêxo ji Rûdawê re got, zêdebûna çalakiyên DAIŞê bi piştevaniya Tirkiyeyê dibe.

Lê Rêveberê Navenda Rastiyê Ebû el-Mejid Nasir ji Rûdawê re diyar kir ku Îran hewl dide çalakiyên DAIŞê zêde bike da ku fişara li ser xwe kêm bike.

Li gorî daxuyaniyên fermî, di çend operasyonan de, hêzên asayiş û HSDyê di nava 48 demjimêran de 17 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Çemê Feratê girtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst