Kampa Holê: HSDyê kuştina serkirdeyekî DAIŞê ragihand

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan HSD DAIŞ Kampa Holê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan serkirdeyekî DAIŞê li Kampa Holê ya li Hesekê kuştine lê ti zanyariyên zêdetir nedan.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku “serkirdeyê terorîst ê DAIŞê li Kampa Holê hat kuştin.”

HSDyê herwiha diyar kir ku ew dê nasnameyê serkirdeyê DAIŞê yê hat kuştin di saetên pêş de eşkere bikin.

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 hezar û 101 kes hene ku ji 60 welatî çûne Sûriyeyê û tevlî DAIŞê bûne. Ji sedî 39ê wan xelkê Sûriyeyê ne, hejmara wan 25 hezar û 780 kes in.

Ji sedî 46ê wan Îraqî ne, hejmara wan 30 hezar û 724 kes in. Ji sedî 15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 hezar û 597 kes in û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat hene û ji sedî 96 ji wan jin û zarok in, ji sedî 66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.

Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in. 77 zarok sêwî ne, bav û dayikên wan di şer de hatine kuştin, 12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst