Arlen ji êrişa Îranê bi birîndarî filitîbû: ‘Pêşrew Dizeyî bavê min bû’

19-01-2024
Rence Cemal
Rence Cemal
Arlen û pêlîstoka Jîneyê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Arlen û pêlîstoka Jîneyê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Hewlêr Îran Êriş Pêşrew Dizeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Arlen Antonyo 42 salî ye, ew ji mûşekên Îranê yên ku mala Pêşrew Dizeyî kiribûn aramanc bi birîndarî filitî.

Îranê 15ê vê mehê bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir, pênc mûşekên Îranê li mala sermayedarê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizyeyî, keça wî Jîneya ku hîn salek nekiribû, mêvanê wî sermayedarê ji Mûsilê Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê di vê êrişê de canê xwe ji dest da.

Arlena 42 salî bû armanca mûşekên Îranê lê ji mirinê rizgar bû, mirina Pêşrew Dizeyî wê ji birînên wê zêdetir diêşîne.

Arlena Fîlîpînî yek ji xizmetkarên mala Pêşrew Dizeyî bû ku ew Dizeyî wekî “bavekî ezîz û dilsoz” bi nav dike.

Arlenê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha behsa rewşa xwe û bûyerê kir:

“Heta niha ez baş im. Birînên min hene, lingê min şikestiye, piraniya laşê min reşûşîn bûye lê ez dîsa jî baş im.

Dema bûyerê rû da ez li pêjgehê razabûm, piştre tiştekî wekî bombeyê teqiya, piştî xulekekê dîsa teqiya û ez ji hiş çûn. Min nizanibû çi bûye.”

“Ew bavê min bû”

Arlena birîndar li ser Pêşrew Dizeyî û malbata wî got:

“Kesên gelekî baş bûn, naxwazim bûyer were bîra min. Ew ji bo min bavekî baş bû, zehf piştgirî dida min.

Ez pê dihesiyam ku ev malbata min e, em bi hev re bûn. Em malbatek bûn li malekê.

Rêza me ji hevdû re hebû, kêfa me ji hev re dihat. Ji ber vê jî ew şev şeveke gelekî giran e ji bo min.

Ew ji min re gelekî baş bû, bavê min bû.”

Margy Pala Fîlîpînî ya 38 salî jî xizmetkareke din a mala Pêşrew Dizeyî bû, birînên wê yên xedar rê nadin ku karibe behsa rewşa xwe bike û êşa xwe piçekî sivik bike.

Mîşel Mendoza jî yek ji wan xizmetkarên mala Dizeyî bû lê ew ji mûşekên Îranê rizgar nebû û di wê êrişa dijwar de canê xwe ji dest da.

Mîşel dayîna Jineya 11 mehî bû ku hîn rojbûna xwe ya ewil pîroz nekiribû û bû hedefa mûşekên Îranê.

Cenazeyê biçûk ê Jineyê hat veşatin lê termê Mîşelê heta niha jî winda ye.

Tîmên peywirdar ji 16ê mehê ve li termê Mîşelê digerin lê heta niha tenê parçeyekî laşê mirovan hatiye dîtin.

Ji ber ku hîn lêkolînên tiba dadî bi dawî nebûne nayê zanîn bê ew parçe yê laşê kê ye.

Konsulê Fexrî yê Fîlîpînê yê Hewlêrê Felah Enwer ji Rûdawê re got ku malbata Mîşelê li hêviya termê keça xwe ye û ew jî bo dîtina termê wê li benda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst