Rence Cemal

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê ye.
Bi dirêjahiya şerê DAIŞê 2014-2017, operasyonên Pêşmerge û hêzên Iraqê li dijî DAIŞê li eniyên pêşî yên şer rûmal kir. Beşdarî rûmalkirina şerê taxên bajarê Mûsilê di 2016-2017 de bû.

Rence Cemal

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê ye.
Bi dirêjahiya şerê DAIŞê 2014-2017, operasyonên Pêşmerge û hêzên Iraqê li dijî DAIŞê li eniyên pêşî yên şer rûmal kir. Beşdarî rûmalkirina şerê taxên bajarê Mûsilê di 2016-2017 de bû.

Jînname

Berî destpêkirina weşana Tora Medyayî ya Rûdawê, Rence wek peyamnêr hat wergirtin û beşdarî kursa perwerde û amadekirina peymanêrên Rûdawê ji aliyê rahênerên Ewropî ve bû.
Bêtirî 1000 VT, nûçe û bi sedan rûmalên bûyerên siyasî, aborî, leşkerî, rewşenbîrî û civakî encam dane.
Berî êrişa DAIŞê li ser Mûsilê, Rence Cemal yekem VT di ragihandina Kurdî de li ser liv û tevgerên çekdarên DAIŞê li Deşta Qerac û sînorên navbera parêzgeha Neynewa, Kerkûk û Selahedînê amade kir.
Di 30ê Gulana 2016an de VTiyeke meydanî li ser girtina du çekdarên DAIŞê li sînorê gundên Kakeyiyan li rojavayê qeza Xebat û awayê derxistin û xwe radestkirina herdu çekdaran di hundirê tunelekê de, di wê VTiyê de nîşan da û ew VT ji aliyê gelek kanalên cîhanî û kanalên endamên ENEXê ve hat weşandin.

 

Li Mûsilê ji bo amadekirina çend xelekên programa (Focus Mûsil), hevkariya Şehîd Şîfa Gerdî kir ji bo berhemanîna VTiyên meydanî ji bo programa wê li eniyên şerê Mûsilê.
Bi armanca rûmal û amadekirina rapor û fîçeran, ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve ji bo welatên Tirkiyê, Misr, Libnan û Urdinê hat şandin.
Rence Cemal di 9ê Rêbendana 1987an de li bajarokê Koye ji dayik bû. Beşê zimanê Erebî li koleja ziman li Zanîngeha Selahedînê sala 2009-2010an qedand.
Di sala 2011an de dest bi karê ragihandinê kir û di kanala asîmanî ya Hewlêr û çend kovar û rojnameyan de kar kir.
Rence werzişvan e û ji sala 1998 heta 2008 lîstikvanê asta lawan a her yek ji yaneyên Aso, Hewlêr, Ala, Birûsk û tîma hilbijartî ya Navenda Werziş û Ciwanan a Hewlêrê bû.
Rence jin aniye û bavê kurekî ye.