27 çiyager di 4 rojan de hilkişiyan lûtkeya Çiyayê Agiriyê

18-08-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erdhej Hilweşandina Avahiyan Çiyayê Agiriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Grûpeke ku ji 27 çiyagerên ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tê, hilkişiya Çiyayê Agiriyê.

Rêwitiyeke ji demsalekê ber bi demsaleke din ve ye.

Çiyager hildikişin ser çiyayê qeşayî ku 4 demsalan berpal û bilindahiyên wî spî ne.

Rêyeke zor û zehmet li pêşiya wan e.

"Em dê biçin lûtkeya Çiyayê Agiriyê"

Çiyagereke ji bajarê Kocaeliyê Buşra Kiziltaşê got:

“Ez ji Kocaeliyê hatime. Em niha li bilindahiyên 4 hezar 400 metreyan in, em dê biçin lûtkeya Çiyayê Agiriyê.

Hinek zehmet diçe lê ez bawer im em dê serkeftî bin.”

Xwarin, vexwarin û hemû pêdiviyên çiyageriyê bi wan re ne.

Kelûpelên ji hêza wan zêde jî heta cihekî li ser pişta hespan in.

"Divê şiyana te ya berxwedanê hebe"

Çiyagerê ji Dîlokê Serhat Akçakil jî li ser rêwîtiya xwe got:

“Bi rastî çiyayekî bi zor û zehmet e. Divê li vî çiyayî şiyana te ya berxwedanê hebe.

Eger kondîsyona we nebe û kelûpel bi we re nebin dibe ku hûn vê rêwîtiyê hinekî bi êş temam bikin.”

Bi her gaveke ku ber bi lûtkeyê ve diçin asta oksîjenê û pileya germahiyê dadikeve.

Çiyager bi kêmbûna oksîjenê re zêdetir diwestin.

Li çend cihên diyar ên çiyê çadirên xwe vedidin. Piştî bêhnvedanê careke din bi rê dikevin.

Piştî rêwitiya 3 şev û 4 rojan li lûtkeyê ne. Li vê derê bilindahî 5 hezar û 137 metre ye.

Hewa jî sir seqem û sermayake hişk e.

Serokê Klûba Werzişên Xwezayî û Çiyageriyê Baki Çetînkaya anî ziman:

“Çalakiyeke xweş bû. Zehmet e û mirov diwestîne. Em demjimêr 2yê şevê meşiyan û hewayeke gelekî sar bû.

Tevî çûna ber bi jor ve, em rastî bayên bihêz dihatin û me bi zorê nefes distand lê herî dawî em çûn lûtkeyê û vê jî ew hemû westîna me da jibîrkirin.”

Salane havînan klûbên çiyagerî û werzişiyê yên parêzgeha Agiriyê geştên taybet ê ku çiyager hildikişe vî çiyayî saz dikin.

Çiyayê Agiriyê bi heybeta xwe ji 4 aliyên welêt, Tirkiye û cîhanê li benda mereqdarên werzişên çiyayî û xwezayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst