Li Farqînê meşa HDPê hat astengkirin

18-08-2021
RÛDAW
Nîşan HDP Amed Farqîn Meş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, meşa HDPê ya di çarçoveya kempîna “Em HDPyî ne, li her derê ne” ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Rêxistina HDP’ê ya Amedê îro li Farqînê bi beşdarbûna Seroka Koma HDP ya Parlamentoyê Meral Daniş Beştaş û Berdevkê Meclîsa Jinan a HDP Ayşe Acar Başaran meşek organîze kir.

HDPyiyan di çarçoveya kempîna “Em HDPyî ne, li her derê ne” xwestin li navçeya Farqînê serdana esnaf û xelkê bikin. Lê polîsan li navçeyê HDPyî dorpeç kirin û meşa wan asteng kirin.

Rêvebirên HDPê rexneyên tund li helwesta hêzên ewlehiyê girtin.

Meral Daniş Beştaş ji qelebalixê axifî û got: “Saet û nîveke rê nadin ku em herin nav avahiya partiya xwe. Her ku hûn me asteng bikin dê xelkê Farqînê li vir kom bibe. Hûn xirabiyê li gelên Tirkiyê dikin. Gel li hêviya me ye. Tawanên wan gelekin û ditirsin. Em ê li dijî wan giliyê xwe bikin. Belkî îro neyên darizandin, lê dema rojekê tirs ji ser dozgeran rabe dê werin darizandin.”

Piştî axaftinên hatin kirin HDP’yî û xelk derbasî avahiya HDP’ê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst