AMED - Welatiyekî astengdar winda ye

19-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Farqîn Astengdar Winda Mesût Ozdemîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê Mesût Ozdemîr (39) ku ji aliyê derûnî ve astengdar e winda bû.

Mesut Ozdemîr û dêya xwe, duh ji navçeya Farqînê çûbûn Amedê.

Ozdemîrê astengdar, li taxa Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê winda bû.

Malbat û xizmên Ozdemîr serî li rêveberiya polîsan da lê polîsan ji malbatê re got ku heta bi ser bûyerê re 24 saet derbas nebin ew nikarin tiştekî bikin.

Li gorî nûçeya MAyê Suat pismamê Mesût Ozdemîr got:

“Pismamê min ji duh êvarê ve winda ye.

Ji aliyê derûnî ve astengdar e. Ne vir nas dike ne jî kes wî nas dike.

Beriya niha li Farqînê winda bûbû. Ji ber ku Farqînî ew nas dikin, dianîn malê.”

Suat Ozdemîr bang kir û got, “Kesên pismamê min dîtin bila agahî bidin malbatê.”

Telefona malbatê ya ji bo pêwendiyê ev e: +90 532 520 21 30

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst