Keskîn Bayindir: Hemû Kurd dê bi pêşengiya Rêzdar Ocalan destkeftiyên mezin bi dest bixin

18-02-2025
Keskîn Bayindir daxuyanî da / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Keskîn Bayindir daxuyanî da / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Keskîn Bayindir Bafil Talebanî Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir got, ““Hemû Kurd dê di pêşengiya Rêzdar Ocalan de destkeftiyên mezin bi dest bixin.”

Heyeta Îmraliyê û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Silêmaniyê li hev civiyan.

Bila gelê Kurdistanê dilrehet be”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir piştî civînê daxuyaniyek da medyayê û got:

Bila gelê Kurdistanê dilrehet be, di vê dîdara me de derket holê ku hemû aktorên Kurdan dê bi dilxweşî, bi biratî, bi hemû hêz û qeweta xwe piştgiriyê bidin pêvajoya aştî û lihevhatinê.

Em ji bo encamên vê hevdîtina xwe gelekî kêfxweş û dilxweş in.

Li Bakur, Rojava û Başûr li pêşiya gelê me gelek alozî jî hene lê ji bo serkeftinê, ji bo gelê Kurd hêvî û bendewariyên me yên mezin jî hene.”

“Em bi Rêzdar Ocalan bawer in”

Keskîn Bayindir bi bîr anî ku ew li Başûrê Kurdistanê di nava 3 rojan de bi aktorên Kurdan re rûniştine û pê de çû:

“Hemû Kurd dê di pêşengiya Rêzdar Ocalan de destkeftiyên mezin bi dest bixin.

Em bi Rêzdar Ocalan, bi înîsiyatîva wî û helwesta wî bawer in û em bi hemû hêz û qeweta xwe çi ji destê me were ji bo ku pêvajoya aştiya bi pêş bikeve em li gel Rêzdar Ocalan, li gel hêza wî û li gel helwesta wî ne.”

“Bafil Talebanî û Quband Talebanî dê roleke girîng û dîrokî bilîzin”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) da zanîn ku Mam Celal berê ji bo pêvajoyên aştiyê roleke girîng lîstiye û got:

“Bafil Talebanî û Quband Talebanî jî dê ji bo bipêşketina vê pêvajoya heyî roleke girîng û dîrokî bilîzin.”

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re 16ê Sibatê hat Herêma Kurdistanê.

Heyet doh bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Nêçîrvan Barzanî doh piştî civîna xwe ya bi Heyetê re gotibû, “Pêvajoya aştiyê derfeteke girîng û dîrokî ye û divê ji dest neçe.”

Serok Barzanî jî peyama, “Rêya yekane ya rast pêvajoya aştiyê ye” dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst