Profesorê daxuyaniyên Ocalan parve kiribûn ji kar hat dûrxistin

05-10-2023
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan Abdullah Ocalan Zanîngeha Munzûrê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Mamostayê Civaknasiyê yê Zanîngeha Munzûrê Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan, bi tohmeta ku pesnê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan daye ji karê xwe yê li zanîngehê hat dûrxistin.

Mamostayê Civaknasiyê yê Zanîngeha Munzûrê Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan bi tohmeta “pesnê serokê rêxistina terorîstî daye” ji karê xwe yê mamostetiyê yê li zanîngehê hat dûrxistin.

Derbarê Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan de lêpirsîn hatiye kirin.

Ozcan pirtûkek li ser Serokê PKKyê Abdullah Ocalan nivîsiye û sala 2019an beriya hilbijartinê daxuyaniyên Ocalan bi raya giştî re parve kiribûn bi wê yekê bûbû rojev.

Bi hînceta "Pesnê serokê rêxistina terorê daye" derbarê Ozcan gilî hatiye tomarkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Dêrsimê piştî wê giliyê, îfadeya Ozcan wergirtiye.

Ozcan îro ji ber lêpirsîn û doza ku derbarê wî de hatiye despêkirin ji Rûdawê re axivî û got:

"Bi sedema ku derbarê min de gilî heye Rêveberiya Ewlehiyê gazî min kir. Min li wir parastina xwe kir. Rêveberiya Zanîngehê jî ji ber lêpirsînê biryara ji kardûrxistinê daye û wan îro ew biryara xwe ji min re ragihand."

“Min li ser Ocalan xebatên akademîk kirine”

Ozcan anî ziman ku çend sal in ew hewl dide ku siyasetê ji tundûtîjiyê dûr bixe û wiha pê de çû:

“Ez sala 2005an hîn li Dêrsimê zanîngeh nebû hatim Tirkiyeyê. Min li ser Ocelan xebatên akademîk kirine. Min dizanî karkirina ji bo aştiyê ji karkirina ji bo şer gelekî zehmetir e û ez bi vê zanînê hatim.

Piştî 5 salan ez bûm mamostayê zanîngehê. Beriya 2 salan li derveyî welat bi Remzî Kartal re nêzîkî 8 demjimêran me hevdîtinek kir. Beriya du mehan min ev jî li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.”

“Ocalan dikare pisrgirêkan çareser bike”

Ozcan diyar kir ku hinek alî li bendê ne ku Ocalan di girtîgehê de canê xwe ji dest bide û bi gotina wî kesekî din nîne pisgirkên di navbera Kurd û Tirkan de çareser bike.

Di berdewamiya axaftina xwe de Ozcan got:

“Tişat baş ew e ku rayedarên dewletê yên herî jor û rayedarên rêxistinê yên herî jor jî çareseriyê dixwazin lê rê nizanin. Ji ber rê nizanin çareseriyê jî nabînin.

Eger mejiyeke kûr ê dewletê dernekeve holê, çaresernekirina pirsgirêka Kurd-Tirke dikare vî welatê ber bi nemanê ve jî bibe. Despêkê parçekirina Kurd û Tirkan û pişt re jî tune bûn...”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst