Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir got, “Em dikarin mizgîniyeke xêrê bidin gelê xwe ku pêvajoya aştiyê bi pêş dikeve.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Heyeta Îmraliyê îro li Hewlêrê civiyan.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtinê daxuyaniyek da medyayê.
"Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê"
Umêd Xoşnaw daxuyan ku, “Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê” û got:
“Heyetê hem silav û rêzên Birêz Abdullah Ocalan û hem jî peyama Birêz Ocalan gihandin Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê.”
Li ser navê Heyeta Îmraliyê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivî.
“Em dikarin mizgîniyeke xêrê bidin gelê xwe”
Keskîn Bayindir got, “Hêvî heye ku pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasiyê çareser bibe” û diyar kir ku eger mesele li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çareser bibe dê bandoreke erênî li aliyê din ên Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî bike.
Bayindir diyar kir ku “Hemû aliyên Kurdan piştgiriyê didin vê pêvajoyê” û biland:
“Dema em vegeriyan, em dê encamên van hevdîtinan bi awayekî nivîskî parve bikin.
Em dikarin mizgîniyeke xêrê bidin gelê xwe ku pêvajoya aştiyê bi pêş dikeve.”
“Birêz Ocalan qedirekî mezin dide fikrên Serok Barzanî û Rêzdar Nêçîrvan Barzanî”
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) eşkere kir ku wan peyama Ocalan gihandiye Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û anî zimên:
“Birêz Ocalan qedirekî bilind û mezin dide fikrên Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî.
Pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêka herêmî û navneteweyî, hêzên herêmê û cîhanê ji bo çareserkirin pirgirêkê nîqaşan dikin.
Lê rola herî mezin a aktorên Kurdan e.”
#VÎDEO - Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir: Birêz #Ocalan qedirekî bilind û mezin dide fikrên Serok Mesûd #Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî pic.twitter.com/7rTdsFYaG3
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 17, 2025
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re serdanên xwe didomîne.
Heyeta Îmraliyê di çarçoveya van hevdîtinan de hat Başûrê Kurdistanê.
Heyet doh bi Serok Mesûd Barzanî re civiyabû û îro jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Heyet dê sibe jî here Silêmaniyê û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê re bicive.
Heyet ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir, endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bilmez, Hevberdevkê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç pêk tê.
Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir: Hemû aliyên Kurdan piştgiriyê didin vê pêvajoyê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 17, 2025
🎙️ Keskîn Bayindir: Em dê encamên van hevdîtinan parve bikin
🎙️ Keskîn Bayindir: Em dikarin mizgîniyeke xêrê bidin gelê xwe ku pêvajoya aştiyê bi pêş dikeve pic.twitter.com/ScbwjCccCG
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse