Rêveberiya Xweser ji bo cejnê tedbîrên tund wergirtine

17-06-2024
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Cejn Tedbîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo Cejna Qurbanê tedbîrên tund wergirtine.

Tîmên Asayîşê him li nava bajaran û him li derveyî bajaran gelek tedbîr wergirtine.

Beşar Şihade el-Seyidê ku endamekî Hêzên Hawarçûnê ye, li ser tedbîran got:

“Bi helkefta Cejna Qurbanê, hêzên me yên Asayîşa Hundirîn li hemû beşên xwe karên xwe zêde qayîm kirine û xebatên xwe zêde asê kirine.

Ev yek bi armanca parastina ewlehî û aramiya gelê me yê li Minbicê hatiye kirin.”

Ji navçeya Şehbayê ya li bakurê Helebê bigire heta bigihe navçeya Dêrika Hemko ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê tîmên Asayîşa Hundirîn ketine rewşa amadebaşiyê da ku xelk cejneke aram û xweş derbas bike.

“Me tedbîr wergirtin da ku cejn aram be”

Îbrahîm Ehmedê ku li Asayîşa Hundirîn a Tebqayê rayedar e jî ev agahî dan:

“Me gelek tedbîrên parastinê wergirtine da ku dema cejnê bi xêr û selametî derbas bibe.

Girtina rêya bazara Tebqayê, zêdekirina dewriyeyên gerok û danîna xalên alternatîv hinek ji wan tedbîran in.”

Welatiyên Rojavayê Kurdistan û bakurrojhilatê Sûriyeyê di şert û mercên ewle û aram de cejnê pîroz dikin ku Asayîşê li nav bajaran wergirtine.

Xelk ji ber van tedbîran dilxweş e û spasiya Asayîşê dike.

“Xweda wan biparêze”

Ehmed Qeşeamê ku şêniyekî Reqayê ye jî spasiya Asayîşê kir û pê de çû:

“Em spasiya hêzên Asayîşa Hundirîn dikin, Xweda wan biparêze, erkê xwe bi awayekî guncav tînin cih.

Bi navê xwe û hemû gelê Reqayê em cejna Asayîşa Hundirîn pîroz dikin.

Herwiha em pîrozbahiyê li malbatên şehîdan dikin û dibêjin Xweda wan bi rehma xwe şad bike û cihê wan bihişt be.”

Şerê navxwe yê Sûriyeyê hîn jî bandorê li Rojavayê Kurdistanê dike û ji ber êriş û dorpêçan rewşa aborî jî ne ji destê qenc e lê xelk dev ji kevnoşopiyên bav û kalan bernade.

Gera zarokan, serdanên malbatan û xweşbîniya heyî tevgera civakî geş kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst