Rêveberiya Xweser dest bi cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê kiriye

05-03-2024
RÛDAW
Rêveberiya Xweser dest bi cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê kiriye
Rêveberiya Xweser dest bi cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê kiriye
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê projeyên xizmetguzariyê yên cuda cîbicî dike.

Li parêzgeha Reqayê bi dehan wêstgehên avê ji aliyê Ofîsa Avê ya Rêveberiya Xweser ve hatine nûjenkirin.

Rêveberê Ofîsa Avê yê Reqayê Hisên Circib got, “Derbarê wêstgehên avê de, 38 wêstgehên avê di bazneyê Kantona Reqayê de hene.

Li nav van wêstgehan nêzîkî 190 pompeyan ji bo nav bajar û gundewaran kar dikin.

Me çend wêstgehên nû saz kirine, herwiha ew wêstgehên ku di şerê DAIŞê de jî wêran bûbûn me ew nûjen kirine.”

Li bajarê Tebqayê jî, Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser amûrekî eko ji bo pişkinîna dil pêkêşî nexweşxaneya bajar kir ji bo xelk neçin bajar û parêzgehên din.

“Dê barê xelkê sivik bike”

Alîkarê Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Tebqayê Nûr Hac Mihemed wiha anî ziman:

Me li Desteya Tenduristiyê ya Tebqayê di çarçoveya projeyên me yên 2023yan de amûrekî Eko yê dil pêşkêşî nexweşxanya Tebqayê kir.

Bijîşkekî pisporê dil dê bi karê pişkinînê rabe, da ku em xizmeta xelkê navçeyê bikin.

Herwiha barê xelkê di warê xerciyan de sivik bikin, ev jî ji ber guşara bilindbûna nirxê dolar e.”

Li gorî Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, wan plan kiriye li her 7 kantonên Rojavayê Kurdistan di sala 2024an de bi dehan projeyên enerjî, av, tenduristî, perwerde, rê û pir, çandinî û bazirganiyê cîbicî bikin ku bi sedan milyonan dolar ji bo wan projeyan hatiye veqetandin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst