Kongreya Yekîtiya Mamostayan a Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin

29-10-2023
Hisên Omer
Kongreya Yekîtiya Mamostayan a Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin / Wêne: Rêveberiya Xweser
Kongreya Yekîtiya Mamostayan a Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin / Wêne: Rêveberiya Xweser
Nîşan Rêveberiya Xweser Kongreya Yekîtiya Mamostayan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, 2yemîn kongreya Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin.

Kongre di bin diruşma "Bi hewldanên mamosteyan em dê mirovekî azad û civakeke azad ava bikin" dest pê kir.

"Karekî gelekî zehmet e"

Di Kongreyê de Alîkara Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Dîlber Yûsif axaftinek kir û got:

"Projeya avakirina civakeke azad, nifşekî azad, nifşekî ku bi hişmendiya hevjiyana azad, jiyaneke hevbeş, bi rêzgirtina li hemberî hemû çandan, li hemberî hemû netewan bi rêzdar be, avakirine nifşekî bi vî awayî karekî gelekî zehmet e."

"Nifşek heye ku yê din qebûl dike"

Hevserokê Ofîsa Karûbarên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed di kongreyê de axivî.

Ehmed diyar kir niha hemû pêkhateyên herêmê bi hev re nifşekî nû ava dikin û wiha pê de çû:

"Niha nifşek li ba me heye ji nêzî 10 salan ve, nifşek heye ku yê din qebûl dike.

Nifşekî beşdar e, di nav vê holê de û di vê kongreyê de.

Hemû navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar in. Kurd, Ereb, Siryan, Tirkmen û Çerkes."

Di kongreyê de, Werşan Ferho û Casim el-Ebdulah wekî hevserokên Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.

Herwiha di kongreyê de di derbarê başkirina rewşa mamosteyan de çend pêşinyar hatin pêşkêşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst