Rêveberiya Xweser ji bo dabînkirina av û elektrîkê dest bi xebatan kir

11-10-2023
Hisên Omer
Rêveberiya Xweser ji bo dabînkirina av û elektrîkê dest bi xebatan kir
Rêveberiya Xweser ji bo dabînkirina av û elektrîkê dest bi xebatan kir
Nîşan Rêveberiya Xweser Êrişên Tirkiyeyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ji bo çakkirina santralên av û elektrîkê dest bi kar û xebatan kirine.

Santralên elektirîk û avê yên li Rojavayê Kurdistanê di nav armancên sereke yên êrişên balafirên şer ên Tirkiyeyê bûn.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Badran Çiya Kurd li ser elektirîk û avê daxuyaniyek belav kir.

Bedran Çiya Kurd da zanîn ku di 5 rojan de, 9 santralên elektrîkê û 8 santralên avê di êrişên Tirkiyeyê de hatine têk dan.

Lê tîmên teknîkî yên çakkirinê hin santralên av û elektirîkê çak kirine û karîne av û elektirîkê ji bo hin navçeyan vegerînin.

“Rêveberiya Xweser hewl dide pirsgirêkên av û elektrîkê çareser bike”

Welatiyê ji Tirbespiyê Mihemed Hesen got, "Piştî êrişên dewleta Tirk gelek zerer û ziyan gihîşt miletê. Elektrîk hat birîn, av jî di encamê de hat birîn.

Lê hêdî hêdî Rêveberiya Xweser hewldanên xwe dike û wan pirsgirêkan çareser dike.

Li bajarê Tirbespiyê ew pirsgirêka elektrîkê hêdî hêdî hat çareserkirin.

Herwiha li deverên din jî wekî herêma Aliyan, Sinciqê av jî bi wê yekî ve girêdayî ye hêdî hêdî vedigere.

Bi rastî li herêmên din jî hewldan berdewam in ku ev pirsgirêk werin çareserkirin."

Çavkaniyekê ji navçeya Aliyan ya Dêrikê, ji Rûdawê re aşkere kiribû ku piştî yekemîn êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistan tîmên çakkirinê dest bi karên çakkirina santralên ziyandîtî kiribûn.

6ê Çiriya Pêşîn, balafirên şer ên Tirkiyeyê çendîn car santrala Siwîdiyê ya li başûrê Dêrikê bombebaran kiribû û ew santral ji sedî 80 wêran kiribûn.

Di encamê de, elektirîka tevahiya navçeya rojhilatê Qamişloyê û heta sînorê başûr û bakurê Kurdistanê hatibû birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst