Li Hesekê agir bi bazarekê ket: 3 dukan bi tevahî şewitîn

17-05-2020
RÛDAW
Di encama wê şêwatê de ziyanên madî gihiştin dukandaran
Di encama wê şêwatê de ziyanên madî gihiştin dukandaran
Nîşan Hemewiye Heseke Rojava Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agir bi çend dukanên bazara Hemewiye li Heseke ket û ziyanên madî gihiştin dukandaran.

Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo ragihand, serê sibeha îro agir bi çend dukanan di nava bazara Hemewiye li Heseke ket.

Li gor zanyariyan di encama wê şêwatê de ziyanên madî gihiştin dukandaran û 3 dikan hemû şewitîn, lê heya niha nayê zanîn bi çiqasî ew kelûpel têne xemilandin.

Peyamnêra Rûdawê diyar aşkere jî kir ku ew bazar di bin desthilata hikûmeta Sûriyê de ye.

Xwediyê çend dukanan ji medyaya fermî ya Sûriyê re ragihandin, agir bi sedema şorta kehrebê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst