Partiya Çep a Kesk li Sêrtê buroya xwe ya hilbijartinê vekir

17-04-2023
RÛDAW
Nîşan Partiya Çep a Kesk Sêrt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Çep a Kesk li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir.

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê roja Yekşemê 16ê Nîsana 2023an Hevserokê Partiya Çep a Kesk Îbrahim Akin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Salihe Aydeniz û çend parlamenterên din beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn û bi coşeke mezin a xelkê hatin pêşwazîkirin.

Hevserokê Partiya Çep a Kesk Îbrahim Akin di vekirin buroya hilbijartinê de axivî û amaje bi wê yekê kir ku partiya wan ne nû hatiye avakirin, ew yek ji damezrênerê HDPê ye.

Hevserokê Partiya Çep a Kesk Îbrahim Akin anî ziman, “Partiya me 11 sal berê hat avakirin û yek ji partiya damezrênerê HDPê ye. Partiya Çep a Kesk bi hemû rengan bi hemû nasnameyan partiya Kurdan, Ereban, Tirkan û partiya hemû kesan e. Partiya me dareke zana ye ku dikare hemû kes di bin de bin û têkoşîneke hevbeş bikin.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dê 14ê Gulana 2023an de hilbijartinên serokkkomariyê û parlamanteriyê werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst