Wan, Riha û Sêrt bêav in: 'Bi avên marketan serê xwe dişon'

12-08-2023
Ferdî Sak
Wan, Riha û Sêrt bêav in: 'Bi avên marketan serê xwe dişon'
Wan, Riha û Sêrt bêav in: 'Bi avên marketan serê xwe dişon'
Nîşan Riha Wan Sêrt Bêavî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev demek e ku parêzgehên Wan, Sêrt û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê ji ber bêaviyê dinalin.

Şaredarî li beşeke taxên wan bajaran zêdetirî hefteyekê ye ava welatiyan qut dikin.

Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê welatî ava malên xwe bi tankêran tînin. 

Li navçeya Bêrecûkê ya heman parêzgehê jî welatî ava marketan di serşokan de bi kar tînin.

“Neçar in bi avên marketan serê xwe bişon”

Parlamenterê CHPyê yê Rihayê Mahmut Tanal dîmenên bêaviya van her du navçeyan li ser hesaba xwe ya tora civakî belav kirin û got:

“Welatiyên Bêrecûkê neçar dimînin bi avên marketan serê xwe bişon. Ava şebekeyê herî zû demjimêr 02.00ê şevê tê û 08.00ê sibehê careke din qut dibe.

Li Taxa Adnan Menderesê ya navçeya Kaniya Xezalan ev zêdetirî mehekê ye ava vexwarinê ya welatiyan nîne.

Av demjimêr 6an tê qûtkirin, heta nîvê şevê nayê. Hinek caran heta nîvê şevê jî ava taxê nayê.”

Rêveberiya Av û Avrêjan a Şaredariya qeyûmê ya Wanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dê ji 14 heta 20ê Tebaxê li 3 navçeyan av bê qutkirin.

Dê li navçeyên Rêya Armûşê, Artemêt, Tuşbayê û Westanê 6 rojan ava nêzîkî 60 taxî were qutkirin.

Şaredarî dibêje li 5 cihên hêla avê ya çavkaniya Bejngirê ku ji navçeya Payîzavayê tê bajêr, pirsgirêk hene û ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan avê qut dike.

Ev biryar li bajêr bû sedema karvedanan. Partiya Çepên Kesk (YSP) û welatiyan nerazîbûn nîşan da.

Hevserokê berê yê Şaredariya Wanê Mustafa Avci yê ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn li ser pirsgirêka avê ji Rûdawê re axivî.

“Plana wan heye ku bajêr 6 rojan bê av bihêlin”

Hevserokê berê yê Şaredariya Wanê Mustafa Avci li ser qutkirina avê got:

“Dikarin avê bidine vî bajarî û divê bajar di nîva havînê de bê av neyê hiştin lê vê nakin.

Plana wan heye ku bajêr 6 rojan bêav bihêlin. Ev rewş me razî nake.”

Li Sêrtê jî bi pêşengiya YSPyê nerazîbûna avê hebû lê hêzên ewlehiyê rê neda ku daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.

Parlamentera YSPyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş got, zêdetirî 40 rojan e pirsgirêka avê li beşeke taxên Sêrtê heye.

Şaredariyên parêzgehê Rihayê di destê AK Partiyê de ye. 

Şarederiyên Sêrt û Wanê jî di destê HDPyê de bûn lê AK Partiyê qeyûm danîne ser van şaredariyan. 

Partiyên muxalefetê ji wan şaredariyan dixwaze vê kelegerma havînê ku li wan bajaran germahî 45 pileyan derbas dike, di demeke kurt de pirsgirêka avê çareser bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst