SÊRT - Bavê ku dixwest kurê xwe rizgar bike xeniqî

08-08-2023
RÛDAW
Nîşan Sêrt Çemê Botanê Îsmaîl Ulitaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê bavekî ku dixwest kurê xwe rizgar bike di Çemê Botanê de xeniqî.

Li gundê Xêrtê yê Sêrtê, ciwanê 21 salî Munur Ulitaşê ku bi malbata xwe re çûbû seyranê, di Çemê Botanê de li ber avê çû.  

Bavê wî Îsmaîl Ulitaş, ji bo ku kurê xwe rizgar bike xwe avêt çem lê piştî demekê bav û kur her du winda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), tîmên Parastina Sivîlan, tîmên tenduristiyê û cenderme çûn cihê bûyerê.

Munur Ulitaş piştî demekê ji aliyê welatiyan ve ji çem hat derxistin û wan ew bir nexweşxaneyê.

Munur Ulitaş li nexweşxaneyê tê dermankirin û hîn jî jiyana wî di metirsiyê de ye.  

Tîmên binavger jî piştê demekê termê Îsmaîl Ulitaş ji çem derxist.   

Ekîban, termê Îsmaîl Ulitaş ji bo karûbarên otopsiyê bir beşa morgê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê a Sêrtê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst