Li şaredariyên Amed û Wanê daîreyên xizmetên astengdar û kal û pîran hatin vekirin

16-12-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Astengdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariyên bajarê mezin ên Amedê û Wanê di bin banê şaredariyên xwe de serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran ava kirin.

Lijne û komisyona rêvebiriyên herêmî ya DEM Partiyê jî bi helkefta avakirina wan daîreyan bi sernava "Di rêvebiriyên heremî de polîtîkayên astengdaran" li amedê komxebatek li dar xist û avabûna daîreyên astengdaran ragihandin.

"Di hemû civînan de dê wergêr hebe"

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê wiha got:

"Ji îro şûn de li bajarê me hemû alfabe dê ji bo kesên nabîna bikaribin bixwînin werin çakkirin.

Di bin banê şaredariynê em dê ji bo kesên nabihîzin kursên zimanê nîşandek vekin û vêya berbelav bikin.

Ji îro şûn de li vî bajarî di hemû civînan de tercuman û ango wergêrekê zimanê nîşandek dê hebe.

Ji bo kesên astengdarê fizîkî ne jî ji otobusan bigrin ta peya rêyan, heta têketina malan pêwîstiyên astengdaran yên hatin çûyînê dê werin çêkirin."

Di danasîna avabûna daîreyên rêvebirin û xizmetên ji bo astengdar kalemêr û pîrejinan de Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdar bû û axaftinek kir. 

"Şer û pevçûn astengdarên nû bi xwe re tînin"

Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de wha anî ziman:

"Vayê li ber me, hema piçek ji derveyî Amed û Rihayê şer û pevçûnek hebû û hê jî dewam dike ew şer û pevçûn.

Helbet şer tenê bi qirkirina gelan û baweriyan bi dawî nabin. Di heman demî de şer û pevçûn astengdarên nû bi xwera tînin.

Her waha şer û pevçûn tiştên ku jiyana astengdaran asan dikin jî ji nav dibin. Ji ber wê divê em li hemberî şer û pevçûnan bin.

Ji ber wê divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan di şûna şer û pevçûnan de em rêyên diyalog û muzakereyan tercih bikin."

Di dawiya komxebatê de rêziknameya daîreyên astengdaran û li hemberî astengdaran belgeya helwesta DEM Partiyê û şaredariyên DEM Partiyê hat eşkerekirin.

"Ji ber ku em astengdarin ma em nejîn"

Omer Aslanê ku bi xwe astengdar e wiha got:

"Ji ber ku em astengdarin ma em nejîn, em ne şixulin, em jî wek herkesî bi dinyayê re hevaltî nekin? Ma divê em tum asteng bisekinin?

Ma ji ber em astengdar in qey em ji mala xwe dernekevin, em tum di nav çar dîwaranda bin?"

Yusuf Ak ku nabîna ye got, "Di rastî de hewce ye ku ev serokatiya daîreya astengdaran li her bajarî hebe."

"Pirsgirêka sereke nebûna wergêran e"

Saît Elinçê ku nabihîze pirsgirêkên xwe wiha anî ziman:

"Pirsgirêka sereke ya kesên nabihîzin nebûna tercumanan e.

Li saziyên kar, li edlîyeyan, li nexweşxaneyan, li şaredariyan pêwîstiya me ya sereke tercuman in.

Ji aliyê DEM Partiyê hat ragihandin ku dê ji bo di bin banê hemû şaredariyên bajar û navçeyên di destên DEM Partiyê de ne jî kar û xebatên avabûna daîreya astengdaran hewl were dayîn û ji pêkanîna wê yekê hemû tişt dê were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst