Ji Komeleya Rojnamevanan a Dêrsimê û DTSO piştgiriya Rûdawê: Em gotinên Ozdag şermezar dikin

16-11-2022
RÛDAW
Nîşan Komeleya Rojnamevanan a Dêrsimê DTSO Mehmet Kaya Rûdaw Umit Ozdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamevanan a Dêrsimê, derbarê gotinên Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag de ku gef li Rûdawê xwaribû, daxuyaniyek belav kir û dibêje: “Di demekê de ku pirsgirêkên rojnamevanên li Tirkiyê li hole ne, nayê qebûlkirin serokê partiyeke siyasî gefê li rojnamevanekî bixwe û televîzyona wî wek armanc nîşan bide.” Heriwha Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê Mehmet Kaya jî piştgirî da Rûdawê û got “Çapemeniya azad garantiya demokrasiyê ye û gefên li ser çapemeniyê nayên qebûlkirin.”

Komeleya Rojnamevanan a Dêrsîmê, îro 16ê Mijdarê derbarê gefxwarina Umit Ozdag de daxuyaniyek belav kir û piştgiriya Rûdawê kir.

Daxuyaniya Komeleya Rojnamevanan a Dêrsîmê, wiha ye:

“Roja 14ê Mijdara 2022ê dema Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag li Kolana Îstiklalê li cihê êrîşa terorî ya li dijî sivîlan lêkolîn kir û li kolanê dimeşiya, bersiva ku da peyamnêrê Rûdawê dema dixwest pirsekê jê bike, ne bersiveke li gor serokê partiyeke û siyasetmedarekî bû. Peyamnêrê Rûdawê derbarê mijareke rojane de pirsek ji Serokê Partiya Zaferê kir. Serokê Giştî li cihê ku bersiva vê pirsê bide, bi handana mirovên li derdorê hevalê me yê rojnamevan nîşan da. Erka rojnamevan ew e: pirsan bipirse û zanyariyan bigihîne raya giştî. Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê nedaye û bi gotinên: `Dema em bên ser desthilatê em rê nadin Rûdaw TV li nav sînorê Tirkiyê weşanê bike, ji ber ku televîzyoneke dabeşker e em destûrê nadin.` mijar berovajî kiriye û rojnamevanê pirs kiriye û Rûdaw TV wek hedef nîşan daye.

Di demekê de ku pirsgirêkên rojnamevanan li Tirkiyê li holê ne, nayê qebûlkirin serokê partiyeke siyasî hevalekî me yê rojnamevan wek endamê rêxistinê nîşan bide û televîzyona wî hedef nîşan bide. Di demekê de ku êrîşên bo ser rojnamevanan zêde bûne û yasaya sansurê di rojevê de ye, em gotinên Serokê Partiya Zaferê qebûl nakin û şermezar dikin. Li welatê me, rojnamevanê ku ji her cihê cîhanê hatine hene. Li welatekî demokratîk divê rojnamevan bêyî zext li ser wan hebe, karê xwe bikin. Erka siyasetmedaran ew e; azadiya medyayê biparêzin û rewşeke aram bo xebatên rojnamevaniyê amade bikin. Divê hedef nîşandana rojnamevan û saziyên wan ne erka ti siyasetmedarekî be.”

Li aliyê din Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê Mehmet Kaya jî derbarê gefên Umît Ozdag de li ser hesabê xwe yê twitterê piştgirî da Rûdawê û bertek nîşanî Ozdag da.

Mehmet Kaya di parvekirina got “Çapemeniya azad garantiya demokrasiyê ye û gefên li ser çapemeniyê nayên qebûlkirin. Wek her dezgeheke ragihandinê Rûdaw TV û K24 ji bo raya giştî agahdar dikin erkên xwe dikin.”

Çi bû?

Roja 13ê Mijdarê li Kolana Îstiklalê ya Stenbolê teqînek çê bû û li gor daxuyaniyên rayedarên hikûmeta Tirkiyê di encam de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn.

Piştî teqînê, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Adem Taşkaya bêyî ku ti belgeyekê nîşan bide, parêzera jin a bi navê Jiyan Tosun wek "kesa bombe daniye" hedef nîşan da.

Lê piştre Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê ragihandin ku kesa bûyer pêk aniye welatiya Sûriyê ya bi navê Ehlam Elbeşîr e û bi saxî hatiye girtin.

Serokê Partiya Zafarê Umît Ozdag ku pêr çûbû cihê teqînê li Kolana Îstiklalê, peyamnêrê Rûdawê Omer Sonmez derbarê hedefnîşandana parêzer Jiyan Tosun ji aliyê berpirsekî partiya wî ve pirsek jê kir.

Ozdag li ser pirsa Peyamnerê Rûdawê Omer Sonmez a “(Cîgirê Serokê we) parêzer Jiyan Tosun hedef nîşan dabû. Hûn derbarê vê yekê de dixwazin çi bibêjin?” wiha bersiv da: “Ez ti tiştek nabêjim. Wî tişta pêwîst daye.”

Ozdag pirsa “Hûn dê (Adem Taşkaya) ji partiya xwe biavêjin?” bê bersiv hişt. Umit Ozdag herwiha di dawiya axaftina xwe de ji Peyamnêrê Rûdawê pirsî ka tû kîjan kanalî? Omer Sonmez jî got: “Ez Peyamnêrê Rûdawê me.” Piştre Ozdag got: “Ger em bên ser desthilatê em dê Rûdawê jî bigrin, ji ber weşana parçebûna Tirkiyê dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst