Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan 2 kesên madeyên hişbirê bi kar dianîn û pereyên sexte belav dikirin li rojhilatê Dêrezorê girtin.
Hêzên Ewlehiya Navxwe derbarê girtina kesên hatine girtin de daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê Hêzên Têkoşîna Dijî Sûcê 2 kesên pereyên sexte belav dikirin û madeyên hişbir dibirin li herêmeke li rojhilatê Dêrezorê girtin.
Ew yek piştî lêpirsîn û şopandinan pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Hêzên ewlehiyê li gel wan 200 dolarên sexte û dînarên Kuwêtê yên sexte û alavên bikaranîna madeyên hişbirê dîtin û dest danî ser wan.”
Li gorî daxuyaniyê di lêpirsînên destpêkê de her 2 girtî li xwe mikur hatine ku wan pereyên sexte belav dikirin û madeyên hişbir bi kar dianîn difirotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse