Umît Ozdag: Em dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu

24-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Kemal Kiliçdaroglu Umit Ozdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ragihand ku ew ê di hilbijartina 28ê Gulanê de piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu.

Namzedê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro Çarşemê 24ê Gulanê di saet 10.30an da serdana Navenda Giştî ya Partiya Zafarê kir û bi Serokê Giştî yê Zaferê Umit Ozdag re hevdîtin pêk anî.

Civîna navbera Kiliçdaroglu û Ozdag bi qasî 50 deqeyan dom kir. Piştî hevdîtinê her du serokan li ber kamerayan daxuyanî dan çapemeniyê.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ragihand ku ew dê di hilbijartina 28ê Gulanê de piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglu.

Umît Ozdag ji medyayê re wiha axivî:

“Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê, bê guman paş de vegerandina 13 milyon koçber û qaçaxan bo welatê wan e. Heta ew 13 milyon (kes) bo welatên wan neyên vegerandin û bi siyaseta biryardarî rê li ber ên nû neyê girtin, Tirkiye nikare pirsgirêkên aborî çareser bike. Em salane bi xerckirina 11 milyar dolaran nikarin gelê Tirk ji hejariyê rizgar bikin. Em nikarin rê li ber bilindbûna kirêyan bigrin. Em bi firotina welatîbûnê nikarin wiha bikin, ku welatiyên Tirk bi hêsanî milk bikirin. Em nikarin li kolanan ewlehiyê dabîn bikin. Em nikarin ji zarokên xwe re kar peyda bikin. Çawa ku melevanek nikare bi 20 kîlo giraniya li lingê wî bê girêdan avjeniyê bike, welatek jî nikare bi 13 milyon koçberan aborî û ewlehiya xwe rast bike. Ji ber vê yekê me di hilbijartina 14ê Gulanê de weke Partiya Zafer bi armanca vegerandina koçberan bo welatên wan, ji welatiyan daxwaza piştevaniyê kir. Lê ji ber ku partiya me nû bû û gemaroya medyayê hebû, derfet nebû em bigihêjin hemû welatiyan.

Di encama gera yekem de dê du berbijêr di 28ê Gulanê de rikeberiya hevûdu bikin. Di hevdîtina ligel AK Partiyê de ji tiştên Numan Kurtulmuş gotin, encama paş de vegerandina koçberan derneket. Lê birêz Kemal Kiliçdaroglu bi zelalî ragihand, ku dê pêwîst e koçber vegerin welatên xwe. Em li ser hûrgiliyan axivîn û ji bo ku di nav salekê de koçber bo welatên wan bêne vegerandin siyaset bê kirin. Ji ber vê yekê me weke Partiya Zafer biryar da di gera duyem de piştevaniya Kemal Kiliçdaroglu bikin.”

Berbijarê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet, Kemal Kiliçdaroglu jî ragihand: “Me civîneke gelek berhemdar û xweş pêk anî. Metnek jî hat amadekirin. Em rûniştin û ji bo Tirkiye bibe welatekî aram û Tirkiye bigihe sîstemeke parlementerî ya bihêz em axivîn. Ji bo mazûvaniya wî spasiya cenabê Serok dikim. Hêvîdar im Tirkiye dê gelek çêtir be û em dê piştî hilbijartinê di atmosfereke xweş de dîsa bicivin.”

Ragihandina piştgiriya Partiya Zaferê bo Kiliçdaroglu di demekê de ye ku namzedê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan ku partiya Zaferê serkêşiya wê dikir, piştgiriya xwe bo Erdogan ragihandiye.

Gera duyem a hilbiajrtina serokkomariya Tirkiyê dê di 28ê Gulanê (4 rojên din) de bê lidarxistin û berbijêrên Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan û Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu dê rikeberiya hev bikin.

Roja Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 dengan bi dest xistine, herwiha Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî %5.17 dengan bidest xist.

Lê ji ber ti yek ji berbijêrên sereke, Kiliçdaroglu û Erdogan nekarîn rêjeya 50+1 misoger bikin, hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst