Projeyeke Rûdawê wekî yek ji projeyên herî baş ên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hat xelatkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan UNFPA Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Projeya hevbeş a Rûdawê û Neteweyên Yekbûyî, piştî wergirtina Xelata Navneteweyî ya Stevieyê wekî yek ji projeya herî baş ên Rojhilata Navîn hat xelatkirin.

"Projeya Perwerdeya Jinê" ku ji aliyê Tora Medyayî ya  Rûdawê û Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ve bi hevparî hatiye amadekirin, wekî yek ji 10 projeyên herî baş ên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hat xelatkirin.

Xelat ji aliyê Diene Keitaya Alîkara Rêvebirê Bernameya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) û Alîkara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ve hat dayîn.

Rêvebira Ragihandinê ya Fona Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê (UNFPA) Sana Karwanê di merasîma xelatdayînê de got:

“Prensîbên destpêşxeriya rojnamegeriyê bernameyeke pêşkeftî ye û ji bo jinên li Îraqê di medyayê de bihêz û jêhatî bibin hatiye amadekirin.”

Bernameya hevpar a Rûdawê û UNFPAyê Kanûna Pêşîn a 2023yan dest pê kir û heta niha 9 kurs hatine dayîn.

Di çarçoveya projeyê de li Hewlêr, Bexda, Nînewo, Silêmanî, Kerkûk, Enbar, Selahedîn, Dihok, Kerbela, Zikar, Wasit û Musenna ji bo 195 jinan perwerde hat dayîn.

Di dawiya projeyê de dê 300 jin dê ji vê bernameyê sûdê wergirin.

Sana Karwanê her wiha got:

“Ev proje însiyatîfek e ku ji aliyê yek ji hevkarên me yên sereke Tora Medyayî ya Rûdawê ve tê piştgirîkirin û naverok li ser perwerdehiya exlaqê medyayê, vegotina çîrokên dîjîtal, belavkirina nûçeyên tundiyê ye û her wiha gelek mijarên din pêşkêş dike.

Ev bername di warê rojnamegeriya jinan de ji bo nifşê nû gava yekem a çareseriyê ye, ne tenê di warê hejmarî de lê di heman demê de di kalîteya nûçeyan de û serketina raporên ku di derbarê jinan de hatine amadekirin de jî pêşketinan peyda dike.”

Projeyê  24ê Tebaxa îsal Xelata Navneteweyî ya Stevieyê wergirt.

Heyetê diyar kir ku ev xelat yekemîn projeya hevpar a di navbera saziyeke çapemeniyê ya li Rojhilata Navîn û Neteweyên Yekbûyî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst