RÛDAW LI DÊRSIMÊ YE – ‘Me dermanê mirinê li Dêrsimê dît’

30-01-2024
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Dêrsim Geştyarî Zivistan Rûdaw Pilûr
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bi xwezaya xwe ya bedew û bêhempa çar demsalan jî bala geştyaran dikişîne.

Rûdaw gera xwe ya ji bo nasandina cihên geştyariya zivistanê didomîne û vê carê jî li Navenda Kaşûnê ya Pilûrê ye.

Tîma Rûdawê di gera xwe ya yekem de li Navenda Kaşûnê ya Merga Bûtanê ya Colemêrgê bû.

Di gera duyem de jî li Navenda Kaşûnê ya Abaliyê ya navçeya Westanê ya Wanê bû.

Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê ya li navçeya Sîweregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê jî di geram sêyem de mazûvaniya Rûdawê kir.

Bultana taybet a Bakurê Kurdistanê ya ku Hêvîdar Zana pêşkeş dike, îro jî li Navenda Kaşûnê ya Pilûrê bû.

Li Dêrsimê derfetên geştyariyê gelek in lê ji ber kêmbûna derfetên manê ev bajarê bedew nagihe kapasîteya xwe ya turîzmê.

Cihên mana geştyaran kêm in

Rêveberirê Çand û Geştyariyariyê yê Pilûrê Îsmat Hakan Ulaşoglu, li ser geştyariya li Dêrsimê ava agahî dan:

“Mehên tîrmeh û tebaxê hejmara geştyaran zêde dibe. Piştî ku ev navenda geştyariya zivistanê vebû hejmara geştyaran piçekî zêde bû lê dîsa jî mehên zivistanê navêndên geştyariyê vala ne.

Tenê li Pilûrê navendeke geştyariyê heye wekî din li Dêrsimê nînin.

Li seranserê Dêrsimê di mijara cihê mana geştyaran de pirsgirêkên me hene. Heman pirspirêk li Pilûrê jî heye.

Ji bo razana geştyaran otel û tesîsên me nînin. Ev, ji bo geştyariya bajarê me kêmasiyek e.

Ji ber vê jî me niha li Pilûrê dest bi lêkirina tesîseke din kiriye.

Mixabin hejmara geştyarên biyanî ne di wê astê de ye ku em dixwazin.

Em hîn negihiştine wê asta ku em bala geştyarên derdorê bikişînin û bibin navendeke geştyariyê.

Di salekê de 484 geştyarên biyanî û hinek geştyraên xwecihî hatine vê tesîsa me û li vê derê mane.

Geştyarên biyanî herî ji Almanya, Holenda û Belçîkayê hatine.

Mêhên tîrmeh û tebaxê hejmara geştyarên me zêde dibe. Karkerên me yên ku diçin derveyî Dêrsimê jî wan mehan vedigerin û heta îlonê jî hejmara geştyaran zêde dibe.

Ji bo ku em kapasîteye heyî zêde bikin planên me hene lê zehmetiya me ya herî mezin cihê manê ye. Hejmara otel û motelên me têrî kapasîteya me nake.

Ev der parka niştimanî ye lê ev ji bo lêkirina otelan ne asteng e.”

Îsmat Hakan Ulaşoglu da zanîn ku geştyar dikarin heta bi parêzegeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê bi balafiran û piştî Xarpêtê jî bi otomobîlan xwe bigihînin Dêrsimê.

“Dêrsimê bi çavên xwe bibînin.”

Ulaşoglu herwiha da zanîn ku yên dixwazin dikarin 12 mehên salên werin bajêr û di hatinê de pirsgirêk dernakevin û berdewam kir:

“Em nikarin bi axaftinê bedewiya Dêrsimê bînin zimên. Divê her kes were vê derê bi çavên xwe bibîne û ew behsa xweşikiyên Dêrsimê bikin.

Bedewiyên xwezayî yên Dêrsimê gelek in û bi hejmartinê xelas nabin.

Li xwezaya Dêrsimê gelek cureyên nebat û ajelen hene. Dîsa avên bajarê me hene û Dêrsim ji aliyê ajel û nebatan ve dewlemend e.”

Gelek bedewiyên li cihekî din nayên dîtin li Dêrsimê hene û piraniya wan delaliyan bi benda mêvanên xwe ne.

Kurdî û Qizilbaşî

Dêrsim ne tenê ji aliyê xwezaya xwe ve ji aliyê Kurdî ve jî dewlemend e çimkî li Dêrsimê hem bi Kurmancî û hem jî bi Kirmanckî (Zazakî) tê axaftin.

Dîsa Dêrsim ji aliyê baweriyên xwe ve jî xwediya cihekî taybet e.

Piraniya xelkê Dêrsimê Kurdên Qizilbaş (Elewî) in.

Ji ber ku Qizilbaşî girîngiyeke mezin dide xweza, ajel û nebatan, bedewiyên Dêrsimê jî gelekî tên parastin.

Dîsa ji ber ku Qizilbaşî mirovan wekî perçeyekî xwezayê dibîne, Qizilbaş hewl nadin ku hikim li xwezayê bikin û xwezayê xera nakin.

Dêrsim herwiha bi xwarinên xwe yên cuda jî navdar e û gelek cureyên giyayan li çiya û deştên Dêrsimê şîn tên.

Çemê Munzûrê pîroz e

Serokê Şaredariya Pilûrê Mustafa Sarigul jî bû mêvanê Tora Medyayî ya Rûdawê bû û bi vî rengî behsa Pilûrê kir:

“Pilûr yek ji cihên girîng û hêşîn ên devera me ye. Dîsa li herêma me yek ji wan cihan e ku berfa wê herî zêde ye.

Çawa ku geştyariya havînê heye, geştyariya zivistanê jî heye. Çemê Munzûrê jî ji bo herêma me gelekî girîng e.

Xelkê Dêrsimê Çemê Munzûrê û Çîyayê Munzûrê pîroz dihesibîne. Ji ber pîroz tên dîtin jî tên parastin.

Avzêmkên xwezayî jî balê dikişînin û geştyar berê xwe didin wan.

Li Çemê Munzûrê bi dirêjahiya 75 kîlometreyan aveke paqij diherike. Li ser vî çerê seyrangeh jî hene.

Li ser vî çemî 28 kîlometreyan raftîng tê kirin. Dîsa werzişa çiyageriyê heye û sûlavên dîrokî yên ku şaristaniyên berê mane hene.

Bi taybetî ji Amed, Mêrdîn, Xarpêt û Çewlîgê gelek geştyar berê xwe didin Dêrsimê.”

Mustafa Sarigul destnîşan kir ku ji bo çûna cihên geştyariyê yên li Dêrsimê sefer jî hene.

Sarigul herwiha amaje pê da ku li Dêrsimê du hezar nebatên endemîk hene.

Hêvîdar Zanayê bi bîr xist ku li cihên geştyariyên yên Dêrsimê jêrxan û xizmetguzariyên sereke nînin û geştyar ji ber vê yekê gazinan dikin û pirsî, “Gelo niha ev jêrxan amade ye?”

Li ser vê pirsê, Serokê Şaredariya Pilûrê Mustafa Sarigul da zanîn ku ji bo cihên dînî û xwezayî xizmetên baş nayên kirin û got:

“Li Dêrsimê gelek baweriyên cuda hene. Munzûr cihê ewliyayan e û li vê derê du cih derdikevin pêş ku yek ji wan Munzûr Baba ye û ya din jî Duzgun Baba ye.

Li gorî Qizilbaşiyê ev der navendeke girîng û pîroz e. Qizilbaş jî vê derê diparêzin û ev jî gelekî girîng e.”

Pîroziya Çemê Munzûrê parçeyek ji jiyana rojane ya Qizilbaşên Dêrsimê û hem di nifir û hem jî di diayên wan de cih digire.

“Me dermanê mirinê jî li Dêrsimê dît”

Ji fêkî û nebatên endemîk ên Dêrsimê xwarinên gelekî taybet tên çêkirin û ev jî dibe taybetiyeke warê Seyîd Riza.

Saniye Îldenîz ji van nebat û fêkiyên taybet ên Dêrsimê sirkeyên taybet çêdike.

Saniye Îldenîzê diyar kir ku sirkeyên xwe ji nebatên Dêrsimê çêdikin û ev sirke ji gelek nexweşiyan re jî derman in.

Saniye Îldenîzê herwiha got, ew ji dapîra xwe fêrî çêkirina van sirkeyan bûne û sirkeya ku ji gul û sosinan çêdibe hêrsa mirov kêm dike û mirov aram dike.

Li gorî Îldenîzê ev sirke ji gelek nexweşiyên wekî, zexta xwînê (tansîyon), şekir, kulbûna devan û êşa zirav re derman in.

Îldenîzê herwiha ji bo sirkeyeke xwe got, “Ev sirke ji cîgera reş re rind e. Zemanê berê ji bo dermanê êşa zirav hatiye bikaranîn, belxemê paqij dike, mîdeyê paqij dike. Rast dermanê mirinê ye.”

Pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zana piştî van îfadeyan keniya û got, “Me dermanê mirinê jî li Dêrsimê dît.”

Saniye Îldenîzê herwiha anî zimên ku sirkeya wê ya ku ji cehterê tê çêkirin ji bo îltîhab û goştê diranan û kurman baş e.

Îldenîz van sirkeyan bixwe çêdike û li gorî agahiyên wê sirkeya ku ji rihanê çêdike jî mirovan aram û bextewer dike.

Dîsa sirkeya ku ji avên 17 gul û kulîlkan tê çêkirin sê mehan li ber tavê disekine û ji bo birînan derman e.

Saniye Îldenîzê da zanîn ku ew ber van karên xwe re hem zeviyên xwe diajo hem jî nên dipêje.

Dêrsim ji xeyn ji xweza, av, ajel û nebatên xwe, bi hingivê xwe yê xwezayî, rûnê nivişk û penîrê jî navdar e.

Dêrsim cihekî gelekî taybet e

Serokê Saziya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzûrê (MUDAK) Mehmet Bîdav li ser xebatên xwe yên rizgarkirinê ji Rûdawê re axivî.

Mehmet Bîdav destnîşan kir ku tîma wan ji 126 kesan pêk tê û van kesan perwerde dîtiye.

Bîdav ragihand, ew di hawara wan kesan diçin ku bobelatek hatiye serê wan û da zanîn ku wan dema erdhejên Mereşê jî gelek xebatên rizgarkirinê kirine.

Mehmet Bîdav amaje bi hebûna derfetên Dêrsimê yên ji bo geştyariya zivistanê da û got ku hêdî hêdî derfet zêde dibin û berdewam kir:

“Dêrsim ji aliyê erdnîgariyê ve cihekî gelekî taybet e li Kurdistanê. Li derdora wê Çemê Munzûrê heye.”

Bîdav geştyar vexwendin Dêrsimê û diyar kir ku Dêrsim bi taybetî havînan cihekî gelekî taybet e.

Pilûr derdora 50-60 kîlometreyî ji Dêrsimê dûr e û ji ber ku ku herêmeke çiyayî ye derfetên çandiniyê kêm in, Pilûrî hîn bêhtir debara xwe bi ajeldariyê dikin.

Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk, li Navenda Kaşûnê ya Pilûrê bi Ap Elî re axivî ku kaşkaşka xwe ya depî xelkê dibe û tîne.

Ap Elî got, ji karê xwe pereyekî kêm bi dest dixe lê kesên ku li kaşkaşka wî siwar dibin kêfxweş im.

Lêkolêrê Gastronomiyê Ferdî Çakir jî ji Hêvîdar Zanayê re behsa xwarina “sirim”ê (sîra sêle) kir.

Çakir da zanîn ku sirim li Dêrsimê gelekî navdar e û gav bi gav behsa çêkirina sirimê kir.

Çakir herwiha destnîşan kir ku gelek xwarinên Dêrsimê hebûn lê hêdî hêdî tên jibîrkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst