‘Bazirganiya Îraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê ne di asta ku tê xwestin de ye’

03-12-2023
RÛDAW
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya bû mêvanê Rûdawê
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya bû mêvanê Rûdawê
Nîşan Îraq Herêma Kurdistanê Tirkiye Bazirganî Mehmet Kaya DTSO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê DTSOyê diyar kir ku di rewşa niha de hinardekirin û bazirganiya di navbera Îraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ne di asta tê xwestin de ye.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya bû mêvanê bernameya Aboriyê ya Rûdawê û li ser pêwendiyên aborî yên Îraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê axivî.

Mehmet Kaya destnîşan kir ku rojane 4 hezar wesayît di Deriyê Sînorî yê Xabûrê re derbas dibin û ev asta herî zêde ye û got:

“Dibe ku hejmarên demkî zêde bin lê ez dibêjim ku ev têrê nake ku bigihêje asta ku tê xwestin.”

“Di sîstema bankayan de pirsgirêk hene”

Kaya anî ziman ku sala 2015an qebareya bazirganiya di navbera her sê aliyan de 15 milyar dolar bû û niha jî her ewqas e.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya got:

“Em ji reqema tê xwestin gelekî dûr in. Ji sedî 55ê hinardekirina Amedê ji bo Îraqê û bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê tê kirin. Li vir reqem dikarin bêhtir bin.

Îraq di warê hinardekirina ji Tirkiyeyê de di rêza sêyem de ye lê dema em li hawirdekirinê dinêrin, Îraq gelekî paş de maye.

Bi gotineke din, welatê herî girîng ku divê Tirkiye pê re bazirganiyê bike, hinardeyê bike û bazirganiya xwe pê re pêş bixe, Herêma Kurdistana Îraqê ye.

Em welatên cîran in. Ji bo bazirganiya bi welatên cîran re zêde bibe, divê hem pratîk û hem jî rewşên wan ên qanûnî werin başkirin.

Wek mînak hîn jî di sîstema bankayê de di veguhastina pereyan a di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê de pirsgirêk hene.”

“Sepandina qedexeyên bi vî rengî li pêşiya bazirganiyê asteng e”

Kaya li ser pirsa derbarê biryara bikaranîna lîre û dînarê ya di bazirganiya Tirkiye û Îraqê de anî ziman:

“Di hemû bazirganiya cîhanê de pereyê ku herî zêde tê bikaranîn dolar e û ev jî bi danûstandinên ku di navbera bankayan de têne kirin bi rê ve diçe.

Birin û anîna pereyan jî heye ku em wekî veguhastina diravî bi nav dikin. Di her du mijaran de jî bi Îraqê re pirsgirêk hene.

Beriya ku binesaziya bankayê bi temamî were avakirin ku ev sîstem bi Tirkiyeyê re hîn cihê xwe nedîtiye, sepandina qedexeyên bi vî rengî li pêşiya bazirganiyê asteng e.”

Kaya diyar kir ku bazirganiya di navbera Tirkiye û Îraqê de ne bi rêya bejahî û hewayî tê kirin û ji bilî Deriyê Sînorî yê Xabûrê divê deriyên nû yên ku nêzîkî rêyên sereke ne bên vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst