Birincê Akrê bi nav û çêja Kurdî hinardeyî Ewropayê tê kirin

16-06-2023
Nayîf Remezan
Birinca Akrê bi nav û çêja Kurdî hinardeyî Ewropayê tê kirin
Birinca Akrê bi nav û çêja Kurdî hinardeyî Ewropayê tê kirin
Nîşan Birinca Akrê Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birincê Kurdî yê Akrê bi nav û çêjên Kurdî ji bo derveyî welêt tê hinardekirin. Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê dibêje, ew ji bo baştirkirina proseya bazarkirina berhemên xwemalî kar dikin.

Birincê 6 mehî û cureyên din ên birincê bi rêya çend makîneyan di kîsên kîloyek û çar kîlo û nîvan de têne amadekirin. Bazirgan Araz Hamid di nava 2 salên borî de nêzîkî 70 ton birinc, tehîn û simaqa xwemalî hinarde kiriye.

Bazirgan Araz Hamid got, “Me şeş caran berhemên xwe hinarde kirine û welatên ku me berhemên xwe jê re şandine Swêd, Almanya, Fînland in û di demeke nêzîk de em dê hinardeyî welatên din jî bikin. Berhema dawî ya ku me hinarde kir pûng bû ku me wekî ceribandin şand û em dê di pêşerojê de berhemên zêdetir hinarde bikin.”

Heta niha bi rêya sektora taybet birinc, simaq, tehîn, pûng, hinar û tirşî ku ji berhemên curbecur ên cotkaran tên çêkirin ji bo welatên Ewropayê hatine hinardekirin.

Bazirgan Serdar Ebdulrehman anî  ziman, “Em 25 ton tirşiyên xwemalî hinardeyî Ewropayê dikin, ev cara dehan e ku em dibin Hannover a Almanyayê. Tirşiyên xwemalî ji xiyar, xitî û zeytûnan pêk tên ku em bi xwe çê dikin.”

Heta niha nêzîkî 2 hezar û 500 ton hinarên Zaxoyê û Helebceyê bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo welatên Erebî hatine hinardekirin. Tê plankirin ku berhemên zêdetir ji bo welatên Kendavê û Ewropayê bên hinardekirin.

Berdevkê Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Hîwa Elî got, “Niha em bi veberhêner, cotkar û xwediyên projeyên xwe re peywendiyê datînin da ku bi taybetmendî û mekanîzmayên ku ji hêla wezareta me ve hatine pêşxistin, an jî bi naveroka ku me bi veberhênerên biyanî re li ser li hev kiriye, piştgirî bidin wan da ku em bikaribin pêvajoya bazarkirina berhemên xwemalî baştir bikin.”

Herî dawî hinardekirina berhemên xwemalî 22 ton birinc, tehîn û pûng ji bo Norwecê hatine şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst