Rêveberiya Xweser li ser rewşa Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Elewî Dara Noelê Şewitandin Xirîstiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li ser bipêşketinên dawî yên Sûriyeyê got, "Bûyerên li peravên Sûriyeyê yên li dijî birayên Elewî û şewitandina darên sersalê yên li Hema û Humsê ne di berjewendiya Sûriyeyê de ne."

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, Xirîstiyan piştî şewitandina dara sersalê daketin cade û kolanan.

Her wiha ji ber kiryarên li hemberî Elewiyan, wekî nerazîbûn Elewiyên li Sûriyeyê jî li heberî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê xwepêşandanên xwe didomînin.

 Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser alozî û bipêştinên li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuniya xwe de wiha got:

"Ji ber bipêşketinên bilez ên ku li Sûriyeyê rû didin, bi taybetî piştî rûxîna rejîma Beasê, ya baştir e ku em ber bi zihniyeta avakirina Sûriyeyeke nûjen ve bimeşin.

Hevgirtin û yekitiya gelê Sûriyeyê di pêşxistina modela rêveberiyeke nîştimanî ya li ser esasê edalet û wekheviyê de pêwîstiyeke dîrokî ye.

Pirrengiya ku di welatê me Sûriyeyê de dewlemendiyeke dîrokî ye û xwedî nirxekî nîştimanî civakî ye.

Ev dewlemendiya ku Partiya Baasê ji holê rakiribû dê rastiya Sûriyeyê û nasnameya wê ya resen nîşan bide.

"Parastina maf û erkên pêkhateyan erkekî nîştimanî ye"

Bûyerên li peravên Sûriyeyê yên li hemberî birayên Elewî çêcdibin û şewitandina darên sersalê yên li Hema û Humsê nakevin xizmeta berjewendiyên Sûriyeyê û paşeroja wê.

Parastina pirrengî û dewlemendiya nîştimanî ya Sûriyeyê bingeheke girîng e yê avakirina Sûriyeyeke bihêz.

Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez dikin ku parastina pirrengiya li Sûriyeyê û nebinpêkirina sembol, urf û kevneşopiyan pêwîstiyeke lezgîn e.

Parastina maf û erkên pêkhateyan erkekî nîştimanî ye.

"Nêzikatiyên şaş dê xizmeta aramiyê nekin"

Nêzîkatiyên şaş ên li hemberî her pêkhateyeke Sûriyeyê dê bandorên wê yên neyinî hebin û xizmeta armaniyê nekin.

Ji vê zêdetir dê bibin sedema derketina şer û nakokiyan û dê yekitiya Sûriyeyê bixe metisiyê.

Di salên dirêj de men bi rêya xeta xwe ya projeya neteweya demokratîk yekitî, hevgirtina pêkhateyan a li ser bingeha tevkariyê, têkoşîna hevbeş a li dijî hemû projeyên ku şer û nakokiyan gûr dikin parast."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst