Parlamentera DEM Partiyê: Pirsgirêka Deriyê Xabûrê çareser bikin

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Deriyê Sînorî yê Xaburê Şirnex Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslanê ji aliyê pêwendîdar xwest ku pirsgirêka deriyê sînorî yê Xaburê were çareserkirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser pirsgirêkên li Deriyê Xabûrê yê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de û rewşa aborî ya Şirnexê axivî.

“Rêjeya herî zêde ya bêkariyê li Şirnexê ye

Newroz Uysal Aslanê bi bîr xist ku rêjeya herî zêde ya ciwanan li Şirnexê ye lê di heman demê de rêjeya herî zêde ya bêkariyê jî li wî bajarî ye Bakurê Kurdistanê ye û got:

“Li Şirnexê ji ber hejarkirina bi qest û polîtîkayên we yên kedxwariyê, tevî ku çavkaniyên wê yên binerdî û sererdî zêde ne lê li bajêr wekheviya derfetan û hilberînê nîne.”

“Bi salan e li deriyê sînorî pirsgirêkên kronîk hene”

Aslanê behsa amarên çûn û hatinê yên di Deriyê Xabûr re jî kir û got:

“Tevî ku sala borî ji Deriyê Xabûrê 3 milyon û 946 hezar û 108 rêwî û milyonek û 630 hezar û 925 wesayitan çûn û hatin kiriye lê ev derî bi salan e di nav pirsgirêkên kronîk de maye.”

“Li derî eziyet li xelkê tê kirin”

Parlamentera Şirnexê her wiha behsa bazirganiya rojane ya welatiyên ji Silopiyê û herêma derdorê ya li ser Deriyê Xabûr jî kir û got:

“Tevî ku mafê wan e, bi milyonan kes ji ber çayê, şekir û telefonekê bi saetan li deriyê sînorî tên rawestandin û eziyet li wan tê kirin.

Lê hûn ji milyonan karên ne di rê de yên li heman derî tên kirin agahdar in?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst