Heyeta DEM Partiyê dê kengî here Îmraliyê?

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan PKK DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî medya Tirkiyeyê, daxwaza DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina li gel Abdullah Ocalan hatiye qebûlkirin û îro yan sibe heyetek dê ji bo hevdîtina biçe Îmraliyê.

Rojnameya Sabahê ku nêzîkî desthilatê ye, îro ragihand ku daxwaza DEM Partiyê ya çûna Îmraliyê da ku hevdîtinê li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bike hatiye qebûlkirin.

Di nûçeyê de behsa wê yekê tê kirin ku ew şandaya DEM Partiyê ya ku dê biçe Îmraliyê ji Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û Parlementera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldanê pêk tê.

Sabahê îdia kir ku hevdîtina DEM Partiyê û Ocalan dê îro yan sibe pêk were.

"Tiştekî fermî ji me re nehatiye gotin"

Li aliyê din Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser mijarê ji Rûdawê re axivî

Ayşegul Doganê got, "Derbarê qebûlkirina çûna şandeyeke DEM Partiyê ji bo Îmraliyê, hevdîtina li gel Abdullah Ocalan, dema hevdîtinê û kesên ku biçin tiştekî fermî ji me re nehatiye gotin."

Çi bûbû?

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn a îsal di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de gotibû ku divê Ocalan daxwazê ji PKKyê bike çekan deyne û piştî wê Recep Tayyîp Erdogan jî piştgirî dabû axaftinên Bahçelî.

Di heman demê de Bahçelî ragihandibû ku divê DEM Partî û Ocalan hevdîtinê bikin lê heta niha dema hevdîtinê bi awayê fermî nehatiye eşkerekirin.

Derbarê banga Bahçelî de, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de gotibû ku wî tevî Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê daxwaz kiriye ku biçin Îmraliyê û beşdarî pêvajoya aştiyê bibin.

Piştî wê DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kir.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç di daxuyaniya xwe ya herî dawî de li ser mijarê ragihandibû ku ew daxwaznameyê dinirxînin û gotibû, dibe hevdîtin piştî temambûna gotûbêjên li ser budceya sala 2025an were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst