Dêrsim - Beşdarî protestokirina qeyûm bû, ji şevîmanê hat dûrxistin

12 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Ahmet Yildiz Dêrsim Şevîman Dûrxistin Qeyûm
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê xwendekarê Zanîngeha Munzurê Ahmet Yildiz ji ber beşdarbûna çalakiya protestokirina qeyûm ji şevîmanê hat dûrxistin.

Xwendekarê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Munzurê Ahmet Yildiz ku bi xwe ji Enqereyê ye 17ê Kanûna Pêşîn a 2024an bi hinceta protestokirina danîna qeyûm a ser Şaredariya Dêrsimê hatibû desteserkirin û piştî wê ji şevîmanê mehekê hatibû dûrxistin.

Yildiz li ser vê biryarê beriya 3 rojan li Qada Seyîd Riza dest bi çalakiya rûniştinê kir û heta niha çalakiya xwe didomîne.

"Heta ez venegerim dê çalakiya min berdewam bike"

Xwendekarê Zanîngeha Munzurê Ahmet Yildiz got, "Di çalakiya protestokirina qeyûm de ez hatim desteserkirin.

Piştî wê midûrê şevîmanê bangî min kir û di dema desteserkirinê de jî gotibûn em dizanin tu li şevîmanê dimînî.

Avakirina grûpa WhatsAppê ya hevgirtinê wekî hincet hat nîşandan ku li grûpê gotûbêj nehatibû kirin.

Piştî van hemû tiştan ez ji şevîmanê hatim dûrxistin. Heta ez venegerim şevîmanê dê çalakiya min berdewam bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst