9 rojnamevanên Kurd hatin berdan

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rojnamevanên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekemîn rûniştina doza 12 rojnamevanên Kurd, ku 10 jê girtî dihatin darizandin îro 16ê Gulanê li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin. Dadgehê derbarê 9 rojnamevanan de biryara berdanê da. Di dozê de tenê rojnamevanek girtî ma.

Yekemîn rûniştina doza 12 rojnamevanên Kurd Diren Yurtsever, Berivan Altan, Ceylan Şahinli, Deniz Nazlim, Selman Guzelyuz, Emrullah Acar, Habibe Eren, Oznur Deger, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin Hamdullah Bayram û Mehmet Gunhan li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin.

Dadgehê derbarê Hamdûllah Bayram de biryara berdewamiya girtinê da û derbarê Diren Yurtsever, Berivan Altan, Ceylan Şahinli, Deniz Nazlim, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, Habibe Eren û Oznûr Degerê yên girtî biryara berdanê da. Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan bi awayekî ne girtî dihatin darizandin.

Roja 25ê Cotmeha 2022î li 6 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser ofîsên herdu ajansên Mezopotamya û JINNEWSê û malên payamnêrên wan de girtin. Operasyon bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li Enqere, Stenbol, Amed, Wan, Riha û Mêrdînê hatin kirin û 12 rojnamevanên Kurd hatibûn desteserkirin û piştre bi biryara dadgehê 10 ji wan hatibûn girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst