AMED - 15 rojnamevanên Kurd cara yekem derketin pêşberî dadgehê

11-07-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Rojnamevanên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina doza 15 rojnamegerên ku 13 meh in li Amedê girtî ne dê sibê berdewam bike.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de, di 8'ê Hezîrana 2022an de di serdegirtina mal û cihên kar de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn desteserkirin. 8 roj piştî desteserkirinê 16 rojnamevan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin.

Birêvebera JINNEWS'ê Safiye Alagaş a ku dosyaya wê hat veqetandin, di yekemîn rûniştina dozê ya 15'ê Hezîranê de hat berdan.

Di îdianameya ku 10 meh şûnde ji aliyê dozgerê lêpirsînê ve hat amadekirin de nûçe, bername û naveroka weşanê ya rojnamegeran kirin mijara sûcdarkirinê.

13 meh şûnde îro rûniştina dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di dozê de Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Birêvebera JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Birêveberê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Azîz Oruç û rojnamevan Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelik, Mazlum Dogan Guler, İbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elif Ungur, Abdurrahman Oncu, Mehmet Şahin, Lezgin Akdeniz, Suat Doguhan û Ramazan Geciken tên darizandin.

Rojnamevan Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadir Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen bi mercê kontrola edlî hatibûn berdan.

Serdozgeriyê 10 meh şûnda îdianameya ku ji 728 rûpelan pêk tê der barê 22 kesan de meha Nîsanê temam kir.

Dozger ji bo 15 kesan ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Dozger nûçe û bernameyên ku li televîzyonên Kurd û gelek saziyên din ên li derveyî welat tên weşandin weke delîlên "têkiliya rêxistinê" nirxand.

Di rûniştina yekem a dozê ya îro de îfadeya 5 rojnamegeran hat girtin. Biryar hat dayîn ku rûniştina dozê sibe danê sibê berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst