Rojanamevanên Amedê ji girtîgehê derketin: Em qet pênûsa Apê Mûsa li erdê nahêlin

13-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Amed Rojnamevanên Kurd Apê Mûsa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku 13 meh bûn ligel 14 rojnamevanên din ên parêzgeha Amedê girtî bû, piştî hat azadkirin daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Ev doz dozeke ne hiquqî bû û li dadgehê jî piştrast bû. Em qet pênûsa Apê Mûsa li erdê nahêlin. Em li ku derê mabin em dê ji wê derê berdewam bikin.”

Roja Çarşemê 12ê Temûza 2023an 4emîn dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryar da ku 15 rojnamevanên Kurd ên parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bên azad kirin. Di demjimêrên dereng ên şevê de her 15 rojnamavanên Kurd piştî temambûna karûbarên yasayî ji girtîgehê derketin.

Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku yek rojnamevanên girtî bû piştî azadkirinê daxuyaniyek da çapmeniyê. Altan ragihand ku doza li dijî wan hatiye vekirin dozeke nehiquqî bû û ev yek jî bi biryara dadgehê hatiye piştrastkirin.

Serdar Altan da zanîn ku rojnamevanên hevalên wan ên derve gelekî hewl dane daku ew ji girtîgehê azad bibin û bi gotina wî qelemê wan li erdê nehiştine. Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê got: “Em qet pênûsa Apê Mûsa li erdê nahêlin. Em li kuderê mabin em dê ji wê derê berdewam bikin.”

Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin, 8ê Hezîrana 2022an di serdegirtina mal û cihên kar de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn desteserkirin. 8 roj piştî desteserkirinê 16 rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Rêvebera JINNEWSê Safiye Alagaş ku dosyeya wê hat veqetandin, di yekemîn rûniştina dozê ya 15ê Hezîranê de hat berdan.

Şeva Çarşemê jî 15 rojnamvanên din, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Birêvebera JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Birêveberê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Azîz Oruç û rojnamevan Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelik, Mazlum Dogan Guler, Ibrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elif Ungur, Abdurrahman Oncu, Mehmet Şahin, Lezgin Akdeniz, Suat Doguhan û Ramazan Geciken hatin azadkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst