Amed: 15 rojnamevanên Kurd hatin azadkirin

12-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Rojnamevanên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 4emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê li ser 15 rojnamevanên Kurd ên ku 13 meh in girtî bûn bi şertê kontrola edlî biryara azadkirinê da.

Roja Çarşemê 12ê Temûza 2023an li parêzgeha Amedê darizandina 15 rojnamevanên Kurd di roja duyemîn de berdewam kir û piştî parastina rojnamevanan şanda dadgehê biryara azadkirinê da. Li gor biryara dadgehê her 15 rojnamevan bi şertê kontrola edlî hatine berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 8ê Hezîrana 2022an polîsan bi ser hejmarek malan de girtibûn û di encama operasyonê de 20 ji wan rojnamevan 22 kes hatibûn desteserkirin.

Her wiha 16 ji wan bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Rêvebera JINNEWSê Safiye Alagaş 15ê Hezîranê hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst