Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji çekên kîmyayî, firoke û mûşekan bihêztir e

16-03-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Mesûd Barzanî Kîmyabarana Helebcê Kurdistan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî bi boneya 34emîn salvegera kîmyabarankirina Helebcê ragihand, “îradeya gelê Kurdistanê ji çekên kîmyayî û firoke û mûşekan bihêztir e.”

Serok Mesûd Barzanî îro çarşem 16.03.2022 ji bo bibîranîna 34 saliya kîmyabarankirina Helebcê li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Serok Barzanî dibêje, “Dijmin Helebce kîmyabaran kir lêbelê azadîxwaziya gelê Kurdistanê her zîndî ma.”

Di dewama peyama xwe de Serok Barzanî tekez dike, “Di bîranîna 34 saliya şehîdkirina Helebcê de dûpat dikin ku îradeya gelê Kurdistanê ji çekên kîmyayî û firoke û mûşekan bihêztir e.”

Kîmyabarankirina Helebcê

Sibeha 16ê Adara 1988a, dawiya rojên şerê 8 salî yê Iraq–Îranê bû, firokeyên desthilata berê ya Iraqê, Helebce bi çekên kîmyayî bombebaran kirin.

Di encamê de 5 hezar zarok, jin, ciwan û pîr yekser şehîd bûn. 10 hezarên din jî rûbirûyê nexweşî û pirgirêkên tendirûstî yên demdirêj wek ji destdana bînahî, endamên laş û şewitîna çerm bûn û di salên piştre de beşekî ji wan canê xwe ji dest dan.

Xorak, av û hewaya bajêr ji ber wan çekên metirsîdar bijehr bûn. Çekên kîmyayî ji gazên Xerdel, Sarîn, Tabûn, V-X pêk dihatin.

Foreign Policy a Amerîkî di raporekê de ku pişta xwe bi belgenameyên eşkerebûyî yên CIA girêdide, eşkere kir ku haya Amerîkayê ji wê yekê hebû ku çekên kîmyayî yên qedexekirî yên Sedam Husên hene, lê ne tenê çavê xwe jê re girtiye, herwiha di warê îstîxbaratî de jî hevkariya artêşa Iraqê kiriye daku di şer de wan dijî Îranê bikar bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst